Alîgirên Heşda Şeibî li Bexdayê avahiya PDKê şewitandin
Hewlêr (Rûdaw)- Li Bexda endam û alîgirên Heşda Şeibî baregeha liqa 5an a Partiya Demokata Kurdistanê (PDK) şewitandin û hêzên ewlekariyê yên Iraqê jî ku rê ji wan re vekiribûn, tenê temaşe dikin.
Endam û alîgirên Heşda Şebî îro êrîşî baregeha Liqa 5an a PDKê li Bexdayê kirin û ew baregeh şewitandin.
Berpirsê Liqê 5an a PDKê li Bexdayê Şiwan Mihemed Teha ji Rûdawê re ragihand ku ji doh ve hêzên ewlekariyê yên Iraqê li pêşiya avahiya wan rawestiya ne û qaşo tedbîrên ewlekariyê wergirtine da ku ti êrîşek ji aliyê xwepêşanderan ve neyê kirin.
Şiwan Mihemed Teha dibêje ligel hatina xwepêşanderan bo pêşiya baregeha liqa 5an a PDKê, hêzên ewlekariyê rûbirûyê wan nebû ne û hiştine ku derbasî nava wê baregehê bibin.
#Bexda endam û alîgirên Heşda Şeibî baregeha liqa 5an a Partiya Demokata Kurdistanê (#PDK) şewitandin û hêzên ewlekariyê yên Iraqê jî tenê temaşe dikin û bi telefonên wêneyan digirin. pic.twitter.com/z9Boxw3sXO
— RudawKurdi (@RudawKurdi) October 17, 2020
Teha got: Ew xwepêşander axaftinên endamekî polîtbûroya PDKê di derbarê Heşda Şebî de weke hecet nîşan didin û lê vê xwepêşandanê bi awayekî fermî li ser navê ti aliyekê nakin.”
Ew berpirsê Liqa 5an a PDKê li Bexdayê dibêje, hêzên ewlekariyê yên Iraqê tenê li xwepêşanderan dinêrin û ti hewlekê nadin ku xwepêşanderan belav bikin.
Şiwan Mihemed Teha dibêje jî, ev du roj e aliyên peywendîdar ên Iraqê hatine agahdarkirin ku dê hewlekî wiha bê dayîn, lewra weke endam û kadroyên PDKê ew li nava wê baregehê nemane, lê ziyanekî mezin gihîştiye baregeha wan.
Şewitandin avahiya #PDK`ê ya li Bexdayê ji aliyê alîgirên Heşda Şeibî ve pic.twitter.com/5gf7DOsBhb
— RudawKurdi (@RudawKurdi) October 17, 2020
Beşîr Hedad: Divê kesên sivikatî bi Ala Kurdistanê kirine bêne girtin
Cîgirê Serokê Parlementoya Iraqê daxwaza lêkolînê li ser êrîşkirina ser liqa 5 a Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û sivikatkirin bi alaya Kurdistanê dike
Cîgirê Serokê Parlementoya Iraqê Dr.Beşîr Hedad êrîşkirina ser liqa 5 a PDK li Bexdayê îdane kir û dibêje ji ber rewşa ku niha welat têde ye divê hemû aliyek kar bike bo aramkirina rewşê ne êrîşkirina ser bargehên partî û aliyên siyasî û şewitandina wan.
Dr.Beşîr Hedad sivikatîkirina bi Alaya Kurdistanê re bi tundî rexne dike û dibêje Ala Kurdistanê, ya Herêmeke federal a desttûrî ye ku sembola pîroziya gelekê ye ne ya partiyekê.
Hedad daxwazê ji hikûmeta Iraqê û Encûmena Bilind a Dadweriya federalî dike lêkolînê li ser vê bûyerê û handerên wê û bêdengiya hêzên ewlekariya Iraqê bike.
Di heman demê de Cîgirê Serokê Parlementoya daxwazê dike wan kesan bigre û bide dadgehê ku ew kar kirine û dibêje pêwîste ku tevahiya aliyên siyasî yên Iraqê û firaksyonên civata nûneran helwêsta xwe nîşan bidin.
Endam û alîgirên Heşda Şebî îro êrîşî baregeha Liqa 5an a PDKê li Bexdayê kirin û ew baregeh û Ala Kurdistanê ya li ber avahiyê jî şewitandin.