Fermandarê Dije Teror: Ji bo xelkê Mûsilê korîdorê vedikin

Hewlêr (Rûdaw) – Fermandarê Hêzên Dije Teror ê Iraqê ji xelkê Mûsilê daxwaz kir ku ji malên xwe dernekevin heta hêzên ewlekariyê dgihin cem wan.

 

Fermandarê Hêzên Dije Teror ê Iraqê Ebdulxenî el-Esedî bi daxuyaniyekî rojnamevanî ragihand ku hêzên ewlekariyê piştî gihiştina nav bajêrê Mûsilê, ji bo derxistina xelkê sivîl dê korîdorekî vekin.

 

Esedî ji xelkê xwest ku heta hêzên ewlekariyê negihin cem wan, ji malên xwe dernekevin û herwiha zanyariyan bidin wan.

 

Ji aliyê din ve Serokê Parlamentoya Iraqê Selîm Cuburî piştgiriya xwe ji bo operasyonê ragihand û daxwaza parastina jiyana xelkê sivîl kir.

 

Parêzgarê Nînowayê Nûfil Sûltan Eqûb jî ji xelkê Mûsilê xwest ku derbare cihê çekdarên DAIŞê û keçên êzidî yên hatine revandin de, agahiyan bidin hêzên ewlekariyê.

 

Demjimêr 02.00ê îro Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî bi fermi destpêkirina operasyona Mûsilê ragihand.

 

Îro demjimêr 5:30ê sibê, bi topbaran û êrîşa Hêzên Pêşmerge li eniya Xazirê, yekemîn pêngava operasyonê dest pê kir.