Kazimî banga diyalog û çareserkirina krîzê li aliyan kir

17-08-2022
RÛDAW
Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî
Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî
Nîşan Iraq Mistefa Kazimî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî bang li hemû hêzên siyasî yên li welat dike ku roja Çarşembê li baregeha hikûmetê bicivin û ji bo dîtina çareseriyekê ji krîza niha re dest bi diyalogeke ciddî bikin.

Mistefa Kazimî despêşxeriyekê radigihîne û bang li hemû serkirde û hêzên siyasî yên Iraqê dike, dest bi danûstandinên cidî bikin.

Serokwezîrê Iraqê dibêje,“Ji hemû serkirdeyên welat daxwaza danûstandinên nîştimanî yên Iraqî dikim. Bo beşdarî çareseriyê bibin yan jî derbarê çareseriyê de fikreke wan hebe. Peyama min bo bira û serkirdeyên welat ewe, Pêwîste di dijî astengan xwedî helwestbin û bo Iraqê em qurbaniyan bidin. Ewê ku tenezul bike bila wisa nefikire ku di xala xwe ya lewaz deye bo wê vî karî dike. Berovajî, tenezul kirin tê wata hêza rast.”

Serokê Fraksiyona Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê, Cemal Koçer ji Rûdawê re ragihand, ew piştgiriyê didin vê pêngavê û hatine agahdarkirin, ew dê beşdarî vê civînê bibin.

Parlementerê Fraksiyona Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) li Parlemena Iraqê, Biryar Reşîd jî ji Rûdawê re got, “Niha dema herî guncaw e ku pirsgirêk bi danûstan û gotubêjan werin çareserkirin.”

Palementerê Fraksiyona PDKê Sebah Subhî jî pêşwazî li bangewaza Kazimî dike lê dibêje, zemîneke baş bo vê civînê nehatiye amadekirin.  

Despêşxeriya Serokwezîrê Iraq di demekê de ye, roja Yekşembê Serokê Hevpeymaniya Feth Hadî Amirî serdana Herêma Kurdistanê kir û li Hewlêr li gel Serok Barzanî û Mesrûr Barzanî civiya û piştre jî li gel Elî Bapîr civiya. Piştî wê jî serdana Silêmaniyê kir û li gel Bafil Talebanî, Selahedîn Behadîn û Şasuwar Ebdulwahîd civiya.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst