Sedir: Di rûbirûbûna gendeliyê de ti pêşketin çênebûye

17-08-2019
RÛDAW
Muqteda Sedir, çar daxwazan ji Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî dike
Muqteda Sedir, çar daxwazan ji Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî dike
Nîşan Iraq Muqteda Sedir Tevgera Sedir
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir, çar daxwazan ji Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî dike ku wek daxwazên xelkê binav dike.

 

Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir li ser hesabê xwe yê Twitterê peyamek belav kiriye ku çar xalan li xwe digire û têde dibêje, “şîreteke birayane” ye bo Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî û daxwaza xelk û merceiyetê ye jî.

 

Tevgera Sedir, ku li Parlamentoya Iraqê xwediyê fraksyona herî mezin e, karên hikûmetê rexne dike û dibêje, eger wiha berdewam be nayê qebûlkirin.

 

Muqteda Sedir di peyama xwe de daxwaz dike ku Iraq pêbendê serbixwebûn û bêalîbûnê be û pişta ti aliyekî negire bo aliyekî din.

 

Hevdem rexneyan li nebûna xizmetguzariyê digire û dibêje: "Mijara xizmetguzariyê hê jî xav e, heta astekî her nîne, êdî tehemûla xelkê nemaye."

 

Sedir yek ji wan kesan e ku piştgiriya hikûmeta Adil Ebdulmehdî dike û herwiha berdewam li ser çaksaziyê radiweste.

 

Muqteda Sedir, di xala sêyem a peyama xwe de dibêje, ti pêşketinek di rûbirûbûna gendeliyê de çênebûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst