Felûce - Bermîlên teqîner xelata cejnê bo DAIŞê

17-07-2015
RÛDAW
A+ A-

 

 

Hewlêr (Rûdaw) -  Artêşa Iraqê û milîsên Heşda Şeibî di roja cejnê de jî êrişên xwe li dijî çekdarên DAIŞê nesikinandin û balafirên artêşa Iraqê bi dijwarî bajarê Felûceyê bombebaran dikin.

 

Serokê pizîşkên nexweşxaneya giştî ya bajarokê Felûceyê Ehmed Şamî îro di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand: “Êrişên hêzên Iraqê bo ser bajarê Felûceyê di roja cejna Remezanê de jî bi dijwarî dom dike.”

 

Ehmed şamî ji Rûdawê re got: “Balafirên artêşa Iraqê bi bermîlên teqîner bajarê Fekûceyê bombebaran dikin û di encama bombebarankirina taxên Eskerî û Zobat ên Felûceyê de 8 kes hatin kuştin û 11 kesên din jî birîndar bûn ku piraniya wan jin û zarok in.”

 

Ehmed Şamî herwiha tekez kir, di encama bombebarankirina bajar ji aliyê balafirên şer ên Iraqê ve hejmarek mal û avahiyên welatiyên jî wêran bûn.

 
Şamî derbarê hejmara kuştî û birîndarên çekdarên ADIŞê yan hêzên Iraqê de ti agahî nedan.

Serokê pizîşkên nexweşxaneya giştî ya Felûceyê, Ehmed Şamî duh jî di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re gotibû, bi sedema bombebarana Felûceyê bi çekên giran û topan ji aliyê artêşa Iraqê û milîsên şîe ve, termên 11 kesên sivîl rakirine nexweşxaneyê.

 

Meha borî Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ferman da artêşa Iraqê û milîsên şîe ku navçeyên sivîl û nevanda bajarê Felûceyê topbaran nekin û daxwaza kir ku hemû alî girêdayê biryarê bin.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst