MÛSIL – Ji ber nemana xwarinê xelk giya dixwin

Mûsil (Rûdaw) – Li gor gotinên welatiyan, li Mûsilê xwarin nemaye, xelk dest bi xwarina giyayan kirine.

 

Li Iraqê şerê rizgarkirina Mûsilê berdewam e. Ji ber şer her roj ji 10 heta 18 hezaran kes aware dibin.

 

Ji bilî mertirsiya şer û pevçûnan, gel li hember birçîtiyê rû bi rû mane. Welatiyên ku ji Rûdawê re axivîne dibêjin: “Xelk bi nanûzikî dijîn.” Beşek ji wan bi radeyeke metirsîdar lawaz bûne.

 

Hemwelatiyekî Mûsilê ku ji DAIŞê rizgar bûye ji Rûdawê re ragihand: “Xelkê giya dixwar. Çimku tiştekî bi dest nediket, malbatên me ji ber tirs û birçîna, her li malê bûn. Ji birçîna me 10 kîlo da. Her roja me bi tirs û lerz derbas dibû. Ez 92 kîlo bûm, niha bûme 80 kîlo.”

 

Xelkê Mûsilê li ser rêya mirinê, ji mirinê direvin. Hinek kes gava xwe digihînin kampan, êdî nikarin tevbigerin. Hinekên wan jî li ser rê jiyana xwe ji dest didin.