Sûdanî: Hikûmet ji bo hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê hewlên mezin dide

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Îraqê ragihand, ew ji bo hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê hewlên mezin didin û ji bo vê jî dan û standinên wan ên bi kompanyayên petrolê re berdewam in.
Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî doh bi şandeyeke pilebilind a Hikûmeta Tirkiyeyê ya bi serokatiya Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî yê Tirkiyeyê Alparslan Bayraktar re civiya.
Alparslan Bayraktar hatibû serdana Herêma Kurdistanê jî û bi Serokwezîr Mesrûr Barzanî re li ser hinardekirina Petrola Kurdistanê axivîbûn.
Ofîsa Ragihandinê ya Mihemed Şiya Sûdanî ragihand ku serokwezîr tekezî li ser wê yekê kir ku ew ji bo hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê “hewlên mezin” didin.
Sûdanî diyar kir ku dan û standinên li gel kompanyayên biyanî yên ku bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re girêbestên wan hene, ji bo bidawîanîna pirsgirêkên teknîkî yên li ser hinardekirina petrolê berdewam dikin.
Hinardekiriina petrola Herêma Kurdistanê ji dawiya Adara 2023yan ve rawestiyaye û piştî guhertina yasaya budceyê ya Îraqê biryar e hinardekirin dest pê bike.
Li gorî daxuyaniya ofîsa Sûdanî pêbendbûna wan a ji bo bihêzkirina hevkariyên bi kompanyayên Tirkiyeyê re yên di warên cur bi cur û sektora enerjiyê de dubare kir.
Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî yê Tirkiyeyê Alparslan Bayraktar bi Wezîrê Elektrîkê yê Îraqê Ziyad Elî Fazil re jî hevdîtinek pêk anî.