Iraqê çend endamê malbatên DAIŞê ji Kampa Holê vegerandin

17-03-2023
RÛDAW
Iraqê çend endamê malbatên DAIŞê ji Kampa Holê vegerandin
Iraqê çend endamê malbatên DAIŞê ji Kampa Holê vegerandin
Nîşan Kampa Holê Iraq
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hikûmeta Iraqê çend malbatên din ên Iraqî yên endamên DAIŞê ji Kampa Holê ya Rojavayê Kurdistanê vegerandin.

Hikûmeta Iraqê soz daye wan welatiyên xwe ku lêpirsîne bi wan re neke û negire, ew malbat jî vê soza hikûmetê piştrast bûne û vegeriyane.

Çend malbatên Iraqî yên endamên DAIŞê ji Kampa Holê ya li Rojavayê Kurdisatanê vegeriyane navçeya Beac a parêzgeha Mûsilê.

Ebû Yasir ê ku ji Kampa Holê vegeriyaye got, “Em vegeriyan nav xaniyekî wêranbûyî, em vegeriyan ku hemû kelûpelên me hatine talankirin. Em nizanin ku ji aliyê artêşê yan DAIŞê yan kesên din ve hatine talankirin. Tiştekî me nemaye, spas ji Xwedê re.”

Piştî Hikûmeta Iraqê soz da van malbatan ku ew qet rûbirûyê lêpirsîn û girtinê nabin, bi vê yekê piştrast bûn û vegeriyan warê xwe.

Um Elî ya ku ji Kampa Holê vegeriyaye anî ziman, “Ji me re dihat gotin, eger em vegerin wê zarokan ji me bistînin û jinan têxin zindanê, em ditirsiyan vegerin, eger wiha ba dê zû vedigeriyan, piştî me dît xelk vedigerin, em jî vegeriyan û tiştekî xirab çênebû.”

Hikûmeta Iraqê bi hevahengî li gel serokhozên navçeyê jî pêşwazî li van malbatên vegeriyayî ji kampa Holê kir, daku jiyana xwe ya asayî li welatê xwe berdewam bikin.

Çalakvanê li navçeya Beacê EbdulEzîz el-Taîî got, “Vegera van malbatan bandoreke wê ya erênî li ser navçeyê heye. Em pêşwaziyê li wan malbatên ku pirisgirêkên wan ên emnî li navçeya Beac nînin dikin, hemû pêşwaziyê li wan dikin, lê ew malbatên ku metirsiya wan a emnî heye, wê hikûmeta Iraqê biryarê li ser vê yekê bide.”

Li gor Hikûmeta Iraqê, heta niha wan 142 malbatên Iraqî yên ser bi DAIŞê ve ji kampa Holê vegeriandine û li kampa Cedhe li başûrê Mûsilê ew bicîh kirine bi armanca wan tevlî civaka xwecihî bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst