Rûmadî- Şer germ e.. DAIŞ tengav dibe

Enbar (Rûdaw)- Hêzên Iraqê li bajarê Rûmadî yê parêzgeha Enbarê ji 3 aliyan ve pêşde diçin. Herwiha herdu avahiyên Rêveberiya Çandiniyê û Dadgeha Rûmadî ji aliyê hêzên Iraqê ve hatine dorpêçkirin û tê pêşbînîkirin di çend seatên bê de bi temamî werin girtin.

Berdevkê Fermandehiya Operasyonên Parêzgeha Enbarê Ehmed Bîlawî ji Rûdawê re ragihand: “Herdu avahiyên Rêveberiya Çandiniyê û Dadgeha Rûmadî ji aliyê hêzên Iraqê ve hatine dorpêçkirin û tê pêşbînîkirin di çend seatên bê de bi temamî werin kontrolkirin.”

Ehmed Bîlawî wiha got: “Ez dikarim bêjin ji aliyê leşkerî ve herdu avahî hatine girtin, ji ber ku di bin agirê hêzên ewlehiyê de ne.”

Bi armanca kontrolkirina navçeya Telmişêd a başûrê rojhilatê bajarê Rûmadî hêzên Iraqê dest bi êrişê kirin. Îro hêzên ewlehiyê li aliyê rojhilat, başûr û bakur dest bi êrişê kirin.

Bîlawî derbarê şerê Rûmadî de wiha domand: “Hejmara mezin a bombeyên vedayî û xaniyên bombekirî sedemeke ku em bilez pêşde naçin. Herwiha ji ber ku gelek malbat li nava Rûmadî mane û DAIŞ rê nade wan ku derkevin.”

Bajarê Rûmadî ku navenda parêzgeha Enbarê ye û piraniya xelkê wê parêzgehê sunî ne, niha hêzên Iraqê dixwazin wî bajêrî ji destê DAIŞê derxînin.