Ebadî ji bo avakirina hikûmeta hilbijartinê bang kir

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Iraqê yê berê Heyder Ebadî bang kir ku ji bo amadehiyên hilbijartina pêşwext hikûmeteke serbixwe were avakirin.

Serokwezîrê Iraqê yê berê Heyder Ebadî di daxuyaniya nivîskî de got dema ku wextê pêvajoya derbasbûnê neyê eşkerekirin, hemû gotin û nexşerê tên wateya dirêjkirin û paşdeavêtinê.

Ebadî diyar kir ku erka hikûmeta dixwaze were avakirin ew be ku welat bibe hilbijartina pêşwext, pêwîst e ku ev bi qanûneneke dadmendî û komisyoneke serbixwe ya bi hevkariya Neteweyên Yekbûyî were kirin.

Li Iraqê çalakiyên ji ber bêkarî, gendelî û kêmasiya xizmetên dewletê di 1ê cotmehê de dest pê kiribûn hêj berdewam in. Heta niha 319 kes hatin kuştin û ji 15 hezarî zêdetir kes jî birîndar bûn.