Mijara pêkanîna hikûmeta nû li Iraqê bûye rojev
Hewlêr (Rûdaw) - Tevî ku heya niha encamên dawî yên hilbijartinên Iraqê nehatine ragihandin lê li gor encamên destpêkî, hinek ji sîmayên pêkanîna hikûmeta nû têne xuyakirin.
Tevgera Sedir aliyê serkeftî ye di hilbijartinan û li gel hevpeymanên xwe 110 kursî ji 329 kursiyên parlemena Îraqê hene. Dewleta Yasa û hevpeymanên wê jî 105 kursiyan pêk tînin û bi vê yekê herdû alî nikarin hikûmetê pêk bînin.
Bo bidestxistina baweriyê bi serokwezîr yan serokê parlamentoyê, herî kêm razîbûna 165 parlamenteran pêwîst e, ya serokomar jî 220 parlamenter, ji ber vê yekê yekalîkirina sê serokayetiyan û pêkanîna hikûmeta Iraqê, pêwîstî bi razîbûna 220 endamên parlamentoyê heye, wate dengên piranî yên parlamenterên Şîye, Sunne û Kurdane.
Hêj encama dawî ya hilbijartina Parlamentoya Iraqê ku di rojên 8 û 10ê vê mehê de bireveçû, nehatiye ragihandin, lê encamên destpêkê yên wê hilbijartinê derbarê bereyên siyasî û egerên pêakanîna hikûmeta nû gelek tiştan eşkere dikin.
Encamên destpêkê yên hilbijartina Parlamantoya Iraqê dibêjin; Tevgera Sedir a Şîe mezintirîn aliyê serkeftî yê wê hilbijartinê ye û ligel hêzên nêzîkî wê, ku pêk tên ji hevpeymaniya Teqedum a Sunne, bi serokayetiya Mihemed Helbusî, Tevgera Hîkme bi serokayetiya Emar Hekîm û çend aliyên din, ku bi hevre, 110 kursî ji 329 kursiyên parlamentoya Iraqê bidestxistine.
Li beramber vê yekê bereya dijber a Tevgera Sedir û hêzên nêzîkî wê ku Hevpeymnaniya Dewlet ya Yasayê bi serokayetiya Nurî Malikî û Hevpaymaniyên ku pêk tên ji Hevpeymaniya Fetih, Eqda Niştîmanî, Hevpeymaniya Ezim û şeş aliyên din yên siyasî) ku bi hev re 105 kursî bidestxistine. Lê ti yek ji wan herdu bereyan nebûne xwediyê piraniyê.
Rêveberê Bernameya Iraqê di Encûmena Atlantîk de Ebas Kazim dibêje: “Di rastiyê de Sedir di hilbijaretina sala 2018an de jî bi serketibûn; ji ber wê ev cara duyem e zêdetirîn kursiyan bidestdixin, lê vê carê cudahiya di navbera wan û hevrikên wan de zêde ye; li Iraqê ne di nav Şîe û ne di nav Sunne û ne di nav Kurdan de ti aliyek nîne ku bikare bi tenê hikûmetê pêkbîne: Ji ber wê divê li hev bikin û hevpeymaniyê pêkbînin û ji hev têgehiştin hebe."
Li gor Madeyên (55 û 70) yên Destûra Federalî ya Iraqê bo dayîna baweriyê bi serokê Parlamentoyê yan Serokwezîr, herî kêm razîbûna 165 endaman ji 329 endamên parlamentoyê pêwîst e, lê ji wê aloztir dayîna baweriyê bi serokkomar e ku pêwîstî bi razîbûna 220 endamên Parlamentoyê ye.
Ebas Kazim herwiha got: “Prose gelek aloztir e, aliyê serkeftî pêwîstî bi 165 dengan e di Parlamentoyê de, bo sepandina berbijêrê xwe bo serokayetiya Encûmena Wezîran; her ji ber wê yekê 74 yan 73 kursiyên Sedir ji bo sepandina her berbijêrekî têr nakin. Ji ber vê yekê jî wê mijarê pêwîstî bi rekeftin û ji hev têgehiştinê heye ligel çendîn fraksiyonan bo geheştina 165.”
Ji sala 2005an ve piştî her hilbijartineke Parlamentoyê, pêkanîna Hikûmeta Nû ya Iraqê pêwîstî bi dengên Kurdan hebûye, niha jî aliyên Kurdistanî xwedî 64 kursiyên Parlamentoya Nû ya Iraqê ne; ji ber vê yekê egerên zêde hene ku vê carê jî Kurd bibin aliyê yekalîker bo pêkanîna mezintirîn fraksyona ku hikûmata nû ya Iraqê pêktîne.