OPERASYON NÊZÎK DIBE - Balafir bi ser esmanê Mûsilê de digerin

Hewlêr (Rûdaw) - Balafirên şer ên Iraqê bi ser esmanê bajarê Mûsilê û Şergatê ya girêdayî Mûsilêde digerin û peyaman bi ser xelkê de belav dikin, ku tê de hatiye gotin, operasyona girtina Mûsilê nêzîk bûye.

 

Li gor agahiyên Rûdawê, niha balafirê Iraqê li ser esmanê bajarê Mûsilê û navçeya Şergat a girêdayî Mûsilê de digerin û xelkê agahdar dikin ku operasyona kontrolkirina Mûsilê dê bi zûtirîn dem dest pê bike.

 

Hat zanîn, ku di wan peyaman ku bi ser xelkê de tên belavkirin, ji xelkê rê re tê gotin, ku xwe bo şerê Mûsilê û girtina Mûsilê re amade bikin.

 

Herwiha Artêşa Iraqê di wan nameyan de daxwaz ji xelkê Mûsilê û Şergatê dike, ku di operasyona artêşê de û di kontrolkirina navçeyên wan  û derxistina çekdarên DAIŞê ji cihên wan de alîakriya hêzên Hikûmeta Iraqê bikin.

 

Hikûmeta Iraqê ji duh ve dest bi operasyoneke berfireh bo girtina navçe û parzûngeha Bêcî li bakurê parêzgeha Selahedînê kiriye.

 

Hikûmeta Iraqê ragihandiye, dê berî kontrolkirina bajarê Rumadî, navenda siyasî û îdarî ya parêzgeha Enbarê, parêzgeha Mûsilê ji destê çekdarên DAIŞê derbixe û dê wê yekê jî bêyî hêzên hevpeymanan pêk bîne.