Şerekî giran li bakur û rojavayê Rûmadî

16-10-2015
RÛDAW
A+ A-

Rûmadî (Rûdaw)- Li bakur û rojavayê bajarê Rûmadî yê parêzgeha Enbarê şerekî giran di navbera hêzên Iraqê û çekdarên DAIŞê de diqewime. Hêzên Iraqê li çend navçeyan pêşve çûne.

Li gorî çavkaniyên fermî yên Iraqê, li navçeya Elbû Ferec ji aliyê bakurê Rûmadî û li navçeya Sebie Kîlo ji aliyê rojava de, hêzên Iraqê ku ji hêzên artêşê û Hêza Heşdul Şeibî ya şîeyan û milîsên eşîran pêk tê, şerekî giran li dijî DAIŞê dikin.

Ji aliyê rojavayê Rûmadî, hêzên Iraqê pêşve çûne û hevsengiya şer di berjewendiya hêzên Iraqê de ye û dê di demeke nêzîk de çend cihan bigirin.

Parêzgeha Enbarê ya suniyan bi temamî di destê DAIŞê de ye û ev zêdetirî 2 mehan e ku hêzên Iraqê operasyona girtina wê parêzgehê ragihandine, lê heta niha nikarîne bajarê Rûmadî bigirin.

Berpirsê Polîsên Parêzgeha Enbarê Hadî Rizîc ragihandibû ku, hêzên Iraqê dê di çend rojên bê de bajarê Rûmadî yê parêzgeha Enbarê ji destê DAIŞê derxînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst