Welatiyên Tirkiyeyê yên li Bexdayê girtî ji Sûdanî re name nivîsî

16-09-2023
RÛDAW
Nîşan Îraq Girtî Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) –  Heft welatiyên Tirkiyeyê yên li Bexdayê girtî bi nameyekê ji Serokwezîrê Iraqê xwest ku wan radestî Tirkiyeyê bikin.

Derbarê wan her heft welatiyên Tirkiyeyê ji ber sûcên curbicur lêgerîna wan hebû û ew li ser daxwaza Tirkiyeyê li Îraq û Herêma Kurdistanê ji aliyê Înterpolê ve hatine girtin.

Ew girtî ku tevî biryara dadgehê radestî Tirkiyeyê nehatine kirin, ev demeke dirêj e hewl didin dengê xwe bigihînin rayedaran.

Hinek ji wan 4, hinek jî salek e li navenda polîsan a Bexdayê têne girtin.

Servet Aydemir, Cafer Yildiran, Ferhat Nigit, Cuma Barişan, Cemal Dogan, Yunus Emer Gungor û Ramazan Karakayalî niha bi daxwaza “radestî Tirkiyeyê bêne kirin” wanname ji Serokwezîrê Iraqê Miehemde Şiya Sudanî nivîsî.

Nameya bi gotina “Bo birêz Serokwezîr Mihemed Şiya Sûdanî” dest pê dike wiha ye:

“Em 7 hemwelatiyên Tirkiyeyê ne ku li Îraqê ji aliyê Rêxistina Polîsên Krîmînal a Navdewletî (Înterpol) ve hatine girtin û em daxwaza radestkirina xwe ya ji bo Tirkiyeyê dikin.

Tevî ku dadgeha Îraqê biryara dersînorkirina me daye jî em li Îraqê, li navendên polîsan tên girtin.

Ji ber ku Wezareta Karên Derve belgeyên pêwsît îmze nekiriye me dersînor nakin. Sedemê vê em nizanin çiye. Lewma em dixwazin hûn alîkariya me bikî.”

 “Dengê wan nehat bihîstin”

Li aliyê din Suat Aydemîrê birayê Servet Aydemîr ji Rûdawê re axivî û got:

Kesên hatine desteserkirin demeke dirêj e dixwazin dengê xwe bigihînin rayedaran lê bi ti awayî encam negirtine.

Dadgeha Îraqê demeke dirêj e bo birayê min û girtiyên din biryara dersînorkirinê daye. Tevî biryarê Wezîrê Karên Derve belgeyên radestkirina Tirkiyeyê îmza nake.”

“Cafer Yildirim dest bi greva birçîbûnê kiribû”

Suat Aydemîr got ku Cafer Yildirim herî dawî bo dengê xwe bigihîne rayedaran dest bi greva birçîbûnê kiribû.”

Cafer Yildirimê ketiye greva birçîbûnê rojên borî dîmenek bi peyam şand. Di peyama xwe de Cafer got:

“Ji roja em hatine girtin ve em daxwaza radestkirina xwe dikin. Me radest nakin û heta rayedar dibêjin ‘çûyîna we ya Tirkiyeyê nîne. Tenê miriyê we dê ji bir derkevin.’

Li vir gunehek me nîne. Em dixwazin vegerin welatê xwe û li wir cezayê xwe bigirin.Em li vir di şert û mercên xirab de dimînin. Di nav me de kesên nexweş û kal jî hene.”

Cafer herî dawî gotibû hinek tiştên din jî hene ku ew ji ber ewlehiya jiyana xwe nikarin eşkere bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst