Felûce bi dijwarî tê topbarankirin

 

Hewlêr (Rûdaw) – Hêzên hikûmeta Iraqê û milîsên şîe piştî ragihandina operasyona kontrolkirina parêzgeha Enbarê, li ser êrîşên xwe bo bajarê Felûceyê li wê parêzgehê berdewam in. Hat ragihandin, hêzên Iraqê bajarokê Felûceyê dorpêç kirine û bi dijwarî topbaran dikin.

 

Jêderekî ji bajarokê Felûceyê ragihand, bi sedema bombebarana bajarokê Felûceyê ji aliyê artêşa Iraqê ve, hejmarek welatiyên sivîl hatin kuştin û hejmarek kes jî birîndar bûn.

 

Serokê Pizîşkên Nexweşxaneya Giştî ya Felûceyê Ehmed Şamî ji Rûdawê re ragihand: “Piştî ku artêşa Iraqê navenda bajarê Felûceyê û taxa Eskerî li rojavayê bajar bi topên giran topbaran kir, termên 11 kesan gihîştin nexweşxaneya Felûcey ku di nava wan kuştiyan de 2 jin û zarokek jî hebûn.”

 

Pêştir jî Serokê Komîteya Asayiş û Bergirî ya Parlamentoya Iraqê Hakim Zamilî ragihandibû: “Ji roja destpêkirina operasyona kontrolkirina parêzgeha Enbarê zêdetirî 1 hezar û 500 malbatên bajarokê Felûceyê ji bajar hatine derxistin û beşek ji rûniştvanên bajar jî berê xwe dane bajarê Bexdayê.”

 

Zamilî herwiha di daxuyaniya xwe de tekez kiribû: “Em hemû rûniştvanên Felûceyê dilhêsayî dikin û garantiyê didin wan ku ewên li dijî hêzên ewlehiyê û welatiyên sivîl ti tawanek nekiribin, dê werin parastin û ew dikarin vegerin nav refên gel û li dijî çekdarên DAIŞê şer bikin.

 

Duşemiya borî hêzên artêşa Iraqê bi alîkariya milîsên Heşda Şeibî û çekdarên eşîran, dest bi operasyona kontrolkirina bajarê Rumadî û tevahiya parêzgeha Enbarê kirin.

Piraniya navçeyên parêzgeha Enbarê niha di bin destê çekdarên DAIŞê de ne.

 

Duh jî Wezareta Bergirî ya Iraqê di daxuyaniyekê de ragihand, hêzên hikûmetê pêşveçûnek baş kirine û karîne gelek navçeyan ji destê çekdarên DAIŞê derxînin û bajarokê Felûceyê jî bi temamî dorpêç bikin.