Hewlêr (Rûdaw) – Balyozê Tirkiyê yê li Iraqê Fatih Yildiz dibêje, tevî nerazîbûnên hikûmeta Iraqê, Tirkiye dê li ser operasyonên xwe yên li dijî PKKê berdewam be.
Li ser operasyona vê dawiyê ya Tirkiyê ya li dijî PKKê di nava axa Iraqê de, Wezareta Derve ya Iraqê jibo nîşandana nerazîbûna xwe, Balyozê Tirkiyê Fatih Yildiz bangî wezaretê kir.
Piştî amadebûna li Wezareta Derve ya Iraqê û hevdîtina li gel aliyê Iraqî, Balyozê Tirkiyê Fatih Yildiz li ser twittera xwe amaje bi bangkirina xwe ji aliyê hikûmeta Iraqê ve kir û ragihand, “têkildarî operasyona me ya Çeng-Baz, ez bangî Wezareta Derve ya Iraqê hatim kirin.”
Fatih Yildiz ragihand, wî careke din ji aliyê Iraqî re tekezî li ser helwesta Tirkiyê ya li hemebr PKKê û têkoşîna li dijî wê kiriye û diyar kir, heta Iraq dawî li hebûna PKKê li nav welatê xwe nehîne, Tirkiye dê êrişên xwe yên li dijî PKKê, li her cihekî dibe bila bibe, dê berdewam bike.
Yildiz li ser twittera xwe wiha nivîsandiye: “Ev bangkirin, weke yên berê bû wesîle ku tekezî li ser helwesta me ya, eger Iraq, jibo bidawî anîna hebûna PKKê li welatê xwe pêngavan nehavêje, em dê têkoşîna xwe ya li dijî PKKê li her cihekî dibe bila bibe, berdewam bikin.”
Tirkiyê di saetên destpêkê yên roja 15ê Hezîranê de, operasyoneke esmanî li dijî PKKê bi navê Çeng-Baz pêk anî. Li gor Wezareta Berevaniya Tirkiyê, balafirên şer ên wî welatî, 81 cih û pêgehên PKKê li Qendîl, Şingal, Mexmûr, Qereçûx, Avaşîn, Zab û Basiyan bombebaran kirin.
Wezareta Derve ya Iraqê, îro ragihand ku Balyozê Tirkiyê yê li Bexdayê Fatih Yildiz bi sedema êrişa vê dawiya ya Tirkiyê, bo wezaretê hatiye bangkirin û bi rêya wî hişyarî dane Tirkiyê.
Li gor daxuyaniyê, Wezareta Derve ya Iraqê “liv û tevgerên artêşa Tirkiyê li nav axa Iraqê li dijî rêkevtin û hiqûqa navnetewî û peywendiyên dostane yên cîrantiyê û serweriya hikûmeta Iraqê” pênase dike û ew êrişên Tirkiyê şermezar kirine.
Iraqê ji Tirkiyê daxwaz kiriye ku operasyonên leşkerî yên yekalî demildest rawestîne û dibêje: “Hikûmeta Iraqê amade ye di warê parastina ewlehiyan sînoran de hevkariyê bike.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse