Kakeyî: Divê daxwaza 6 partiyên Kurdistanê bê bicihkirin

16-05-2018
RÛDAW
Seîd Hemîd Kakeyî
Seîd Hemîd Kakeyî
Nîşan Hilbijartin Iraq Seîd Hemîd Kakeyî
A+ A-
Hewlêr (Rûdaw) – Endamê Komîsyona Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê Seîd Hemîd Kakeyî got divê daxwaza 6 partiyên Kurdistanî yê ku xwestine deng bi dest jî bêne hilbijartin bê bicihkirin.

 

Endamê Komîsyona Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê Seîd Hemîd Kakeyî ser mijara îtirazên derbarê encamên hilbijartinên Iraqê de daxuyaniyek da û got tevahiya sen sindoqên dengdanan parastî ne, lê ji bo ku guman bi yek carî nemîne, ew dikarin careke din proseya cûdakirina dengan ên hijmarek ji sindoqan dûbare bikin.

 

Seîd Hemîd Kakeyî wiha got: “Derbarê encamên hilbijartinan de hinek gilî hene. Li gor yasayan pêwîst bû ku encamên elektronîk ên hilbijartinê di roja hilbijartinan de bi çavderiya aliyên siyasî bihata diyarkirin.  Ev yek nehate kirin û ti çavdêran jî nixseyek ji encaman wernegirtiye.”

 

Di bedewamiya axaftina xwe de Kakeyî got: “6 partiyên Kurdistanî îtiraza encamên hilbijartinê kirin lê Lijneya Komisyona Bilinda Hilbijartinan daxwaza cûdakirina dengan bi dest red kir. Li gorî yasayan divê bersiva giliyan bide. Ji bo ti guman li ser encamên hilbijartinê nemînin divê madeya 11emîn a Komisyona Bilinda Hilbijartinan bê bicihkirin. Herwiha hinek aliyên iraqî xwestibûn bila ji sedî 5 a dengan bi dest ji hev were cudarkirin. Eger sextekarî hebe bila komîsyon gavên pêwîst bavêje.”

 

Roja Şemiyê 12ê Gulana 2018an hilbijartinên parlamentoya Iraqê li seranserê Iraqê û Herêma Kurdistanê hatibû sazkirin.


Serokê Tevgera Goranê Umer Seyîd Elî, Serokê Hevpeymaniya bo Demokrasî û Dadperweriyê Berhem Ehmed Salih, Emîndarê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Selahedîn  Behaedîn, Emîrê Komela Îslamî ya Kurdistanê Elî Bapîr, Rêberê Bizûtneweya Îslamî Îrfan Ebdulezîz û Sekreterê Partiya Komunîst Kawe Mehmûd xwestibûn li Herêma Kurdistanê, li Kerkûk û deverên Kurdistanê yên derveyê îdareta Herêma Kurdistanê cardin hilbijartin were encamdan.

 

Partiya Demokrata Kurdistanê jî daxwaz kiribû ew dixwazin tevahiya dengan li seranserê Kurdistanê bi dest bihên cudakirin û bihêne hejmartin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst