Eniya Tirkmenî: Encamên hilbijartinan li Kerkûkê karesat e

16-05-2018
RÛDAW
Nîşan Eniya Tirkmenî ya Iraqê Erşed Salihî Iraq Hilbijartin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Eniya Tirkmenî ya Iraqê, Erşed Salihî encamên hilbijartinên parêzgeha Kerkûkê bi “karesat” bi nav dike û gefê li komîsyona hilbijartinan a Iraqê dixwe, ku “li hember rijîna her dilopeke xwînê li Kerkûkê, ew berpirsyar in.”

 

Erşed Salihî nerazîbûna Eniya Tirkmenî ya Iraqê li hember encamên hilbijartinan li Kerkûkê anî ziman û ragihand: “Komîsyona hilbijartinan ew rêkevtin binpê kir, ku derbarê dubare cudakirin û hejmartina sindoqên gumanlêkirî yên Kerkûk û Daqoqê kiribûn.”

 

Salihî ragihandina encamên hilbijartinên Kerkûkê bi “karesat” bi nav kir û diyar kir, ew dê komîsyona hilbijartinan bidin dadgehê.

 

Salihî herwiha gef li komîsyona hilbijartinan a Iraqê xwar û got, “komîsyon berpirsyar e li hember rijîna her dilopeke xwînê li Kerkûkê, çimku sozên xwe nehaniye cih û guh nedaye ti pêkhateyeke Kerkûkê.”

 

Serokê Eniya Tirkmenî ya Iraqê îdia jî kir, ku “partiyên Kurdî fişar xistine ser encûmena komîsyonê, daku berî hûrbînîkirinê, encaman rabigihîne.”

 

Komîsyona Hilbijartinan a Iraqê doh bi şev encamên hilbijartinan li parêzgeha Kerkûkê aşkere kir û ragihand, ku lîsta Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) li wê parêzgehê piraniya dnegan bi dest xistiye û di pielya yekem de ye. Li gorî komîsyonê, YNKê li Kerkûkê, 183,300 deng bi dest xistiye.

 

Herwiha lîstên Hevpeymaniya Erebî li Kerkûkê, Eniya Tirkmenî, Hevpeymaniya Nesir a Ebadî û Hevpeymaniya Fetih a Hadî Amirî di rêzbendiyê de di pileyên duyem heta pêncem de cih girtine.

 

Roja Şemî 12ê Gulana 2018ê hilbijartinên xûla çarem a parlamentoya Iraqê li seranserê Iraqê û Herêma Kurdistanê birêveçû. Li gorî Komîsyona Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê rêjeya beşdariya xelkê di hilbijartinan gelek kêm e û ji sedî 44ê xelkê di hilbijatinên vê carê de beşdar bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst