Wezîrê Derve yê Ukraynayê dê serdana Iraqê bike

Hewlêr (Rûdaw) – Berdevkê Wezareta Derve ya Iraqê ragihand, Wezîrê Derve yê Ukraynayê dê roja Duşemê serdana Iraqê bike û xurtkirina peywendiyên herdu aliyan û hejmarek pirsgirêkên herêmî û navdewletî gotûbêj bike.

Îro Yekşemê 16ê Nîsana 2023an, Berdevkê Wezareta Derve ya Iraqê Ehmed Sehaf di daxuyaniyekê de ragihand: “Dmytro Kuleba, Wezîrê Derve yê Ukraynayê serdana Bexdayê dike.”

Ehmed Sehaf got, li gor ajendaya serdanê, Kuleba dê bi berpirsên Iraqê re behsa “xurtkirina peywendiyên navbera Kyiv-Bexdayê” bike, herwiha dê derbarê “awayê serederîkirina ligel mijaran û pirsgirêkên herêmî û navdewletî de” bi rayedarên Iraqî re gotûbêjan bike.

Berdevkê Wezareta Derve ya Iraqê diyar kir, Wezîrê Derve yê Ukrayanyê dê ligel Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiyaa Sûdanî û Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Hisên jî bicive.

Serdana Wezîrê Derve yê Ukraynayê bo Iraqê di demekê de ye, ku roja 10ê Nîsanê Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiyaa Sûdanî û Serokê Ukrayanyê Vladymyr Zelensky peywendiyeke telefonî pêk anîn û di wê peywendiyê de behsa giringiya çareseriyeke aştiyane bo şerê li Ukraynayê kirin.

Li gor daxuyaniya Wezareta Derve ya Iraqê, Serokê Ukrayanyê di wê peywendiyê de gotiye: Iraq welatekî cemserî û giring e û Ukrayna rijd e li ser wêya ku peywendiyn xwe yên bi Iraqê re di hemû waran de pêş bixe.

Zêdeyî salekê ye ku Rûsyayê êrîşî Ukrayanyê kiriye û şerê navbera her du welatan bi giranî didome. Rûsyayê heta niha beşeke berfireh ji axa Ukrayanyê; parêzgehên Luhansk, Donetsk, Xerson û Zaporîjiya, dagîr kiriye.

Rûsyayê di şerê sala 2014an de jî nîvgirava Kirîmayê jî dagîr kir û paşê di referandumekê de ew bi axa xwe ve girêda, lê Ukraynayê û civaka navdewletî ew pêngava Rûsyayê bi temamî red kirine.

Rûsyayê herwiha îsal li sînorê 4 bajarên Luhansk, Donetsk, Xerson û Zaporîjiyayê referandumek saz kir û ew herêm girêdane axa xwe, lê ti welatekî cîhanê ew pêngava Moskowê qebûl nekiriye.

Ukraynay dibêje, ji bo danûstandinan û rawestandina şer divê Rûsya ji tevahiya axa Ukraynayê ya dagîrkirî derkeve, lê Moskow dibêje, divê Ukrayna li gor rastiya li ser erdê tevbigere û nîvgirava Kirîmayê û axa din a ku Rûsyayê di êrîşa wê carê de dagîr kiriye, weke beşek ji Rûsyayê qebûl bike, daku dawî li şer were.