Parlamentoya Iraqê dê xwendina duyem ji bo projeyasaya budceyê bike

16-04-2023
RÛDAW
Nîşan Parlamentoya Iraqê Budce
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Îro Yekşemê Parlamentoya Iraqê xwendina duyem ji bo projeyasaya budceyê dike.

Endamê Parlamentoya Iraqê Şiwan Mihemed ji Rûdawê re ragihand, piştî ku xwendina yekem ji bo projeyasaya budce hat kirin, ji bo Komîteya Darayî ya Parlamentoya Iraqê hat şandin û rapora xwe amade kir û niha ji bo serokatiya sarlamentoyê hatiye şandin.

Di bernameya kar a rûniştina îro Yekşemê 16ê Nîsana 2023an a Parlamentoya Iraqê de xwendina duyem ji bo projeyasaya budceyê dê were kirin ku di demjimêr 20:30an de dest pê dike.

Projeyasaya budceya giştî ji bo dema sê salan e û 199 trilyon dînar e, pişka Herêma Kurdistanê tê de bi rêjeya %12.6 ya budceyê hatiye diyarkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst