Hewlêr (Rûdaw) – Şeva borî li parêzgeha Babilê ya Iraqê di encama qezaya du otomobîlan de 9 jê mamostê 14 kesan canê xwe ji dest dan û 2 kes jî birîndar bûne.
Peyamnêrê Rûdawê Helkewt Ezîz ji goristana ku term hatine binaxkirin da zanîn, “Hejmara kesên canê xwe ji dest dane gihîşte 14yan û 2 kes jî bi giranî birîndar in.”
16ê Nîsanê roja Şemiyê Rêveberiya Giştî ya Trafîka Iraqê ragihand, li parêzgeha Babilê, li ser rêya Bexda-Hileyê li navçeya Tûnisê du otomobîl li hev qelibîne û di encamê de 11 kesan canê xwe ji dest dane û 2 kes jî birîndar bûne.
Peyamnêrê Rûdawê destnîşan kir, ji 14 kesên ku canê xwe ji dest dane 5 ji wan ji malbatekê ne, her wiha 9 kes ji bajarokê Cibeleyê ne û her 9 kes jî li dibistanekê mamoste bûne.
Rêveberiya Giştî ya Trafîka Iraqê destnîşan kir ku yek ji otomobîlên qeza kirî li ser parêzgeha Kerbelayê, bi reqema 6525 û otomobîla din a bi reqema 519474 jî li ser Hewlêrê qeyd kiriye.
Rêveberiya Giştî ya Trafîka Iraqê diyar kir ku qeza ji ber leza zêde û bê hayadarbûna şifêran rû daye.
![Wêneyê bûyerê](https://www.rudaw.net/Library/Images/Uploaded%20Images/2022/04/16/278377957_503671251242593_6455388156592796828_n.png)
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse