Dadgeha Federalî rûniştina li ser giliya Fuad Husên a li dijî 2 rayedarên Iraqê paş xist

Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Darayî yê Iraqê, Dr. Fuad Husên li dijî Serokê Parlamentoya Iraqê û Wezîrê Dadê yê Iraqê gilî tomar kir. Ddageha Bilind a Federalî jî Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî tevlî dosyeyê kir.

 

Berdevkê Dadgeha Bilind a Federalî ya Iraqê, Îlyas Samûk di daxuyaniyekê de ku duh belav kiriye, ragihandiye: Îro Dadgeha Federalî bi serokatiya dadwer Medhet Mehmûd û hemû endamên dadgehê civiya, bi mebesta encamdana lêkolînê li ser giliya Wezîrê Darayî li ser Serokê Parlamentoyê û Wezîrê Dadê.

 

Îlyas Samûk herwiha daye xuyakirin, gilîker (Fuad Husên) tekezî li ser “nedestûrîbûna birgeyên duyem û pêncem ên maddeya 50 ji Yasaya Çaksaziya Zîndaniyan, hilweşandina encamên wê, ji wan jî rênimayiyên taybet bi dayîna dermale li cihê xwerekê ji bo pasevanên çaksaziyan (girtîgehan) li Fermangeha Çaksazî, yên jimare 2 a sala 2018ê, dike.”

 

Berdevkê Dadgeha Federalî ya Iraqê herwiha dibêje, dadgeh di wê baweriyê de bû, ew yasaya ku îtîraz li ser hatiye kirin bandore wê yê darayî hene, lewma pêwîst bi wergirtina gotina serokwezîr heye derbarê radeya wan guhertinên ku hatine kirin û bandora wan jî li ser wê bûdceyeyê heye ku hikûmet pêşkêşî parlamentoyê dike, lewma ji bo yekalîkirina dosyeyê, dadgehê biryar da ku serokwezîr jî tevlî dosyeyê bibe û nêrîna wî bihê wergirtin.

 

Îlyas Samûrk tekez kir, di vê çarçoveyê de, ji bo agahdarkirina serokwezîr, rûnitina dadgehê heta roja 6ê meha bihê hate paşxistin.