VÎDEO - DAIŞê bi RPG êrîş kir

16-03-2017
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Mûsil DAIŞ RPG Şerê_Mûsilê
A+ A-

Mûsil (Rûdaw) – DAIŞê li Mûsilê, li dijî hêzên Iraqê û ekîba Rûdawê, bi çekên RPGê êrîş kir.

 

Ekîba Rûdawê li rojavayê Mûsilê dibe şahidê şerê tund ê di navbera çekdarên DAIŞê û hêzên Iraqê.

 

Nîşangirên DAIŞê, hêzên Iraqê û ekîba Rûdawê kirin armanca xwe.

Hêzên ewlehiyê  li rojavayê Mûsilê ber bi navenda bajêr pêş dikevin. Li kuçe û kolanan şer û pevçûn berdewam e.

 

Pira Kevnare ya Mûsilê ji ber ku hêj di destê DAIŞê de ye, hêzên Iraqê qeweta xwe dan ser wê derê.

 

Li taxa Kornîş, leşker ji bo şer û operasyonê li ser xwe ne, lê her dem di bin gefa êrîşên nîşangirên DAIŞê de ne.

 

Peyamnêrê Rûdawê Hêvîdar Ehmed ragihand, firokeyên Rûsyayê di operasyona Mûsilê de cihekî giring digrin.

 

Herwiha hat ragihandin, ku li wê deverê çekdarên DAIŞê hemû ji bo êrîşên xwekujiyê amade ne.

 

Weke din DAIŞê vê sibehê, bi çekên giran û bi 2 wesayîtên bombekirî, li dijî hêzên ewlehiyê êrîş pêk anîn.

 

Hêzên Iraqê duh devera Bab El-Tobê bi tevahî xistibûn bin kontrola xwe.

 

Herwiha hat ragihandin, sivîl ji ber şerê tund di nav malên xwe de asê mane.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst