Balafirek şer ket xwarê – Her 2 pîlot mirin

17-03-2016
RÛDAW
A+ A-

 

Navenda Nûçeyan – Balafireke şer a Iraqê ket xwarê û di encamê de 2 pîlotên Iraqî hatin kuştin. Ji aliyekê din ve DAIŞê berpirsatiya xistina balafirê girte ser xwe.

 

Desteya Agahdarkirina Şer a Hikûmeta Iraqê, roja çarşemiyê 16ê Adarê ragihand, balafireke Hêza Esmaniya Iarqê ji curê Cessna 208 Carava di dema cîbicîkirina erkên xwe de li bakur-rojavayê Kerkûkê ket xwarê.

 

Li gor daxuyaniyê, di encama ketina wê balafira Iraqî de 2 pîlot hatin kuştin.

 

Herwiha amaje bi wê jî hatiye kirin, aliyên pêwendîdar bi mebesta zanîna sedema ketina wê balafira Iraqê dest bi lêkolînê kirine.

 

Hikûmeta Iraqê derbarê sedemên ketina wê balafirê de ti daxuyanî nedaye.

 

Ji aliyekê din ve rêxistina DAIŞê berpirsatiya xistina balafira Iraqê qebûl kir.

 

Çend hesabên ser bi DAIŞê ve li ser torên civakî ragihandin, çekdarên DAIŞê balafireke şer a Iraqê li esmanê navçeya Hewîceyê ya ser bi parêzgeha Kerkûkê xistine xwarê û endamên tîmên balafirvaniyê ku 2 pîlot bûn, di encama ketina balafirê de hatin kuştin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst