2 bombe li nêzîkî Wezareta Darayî teqiyan

Bexda (Rûdaw)- Şevê din, 2 bombe li nêzîkî Wezareta Darayî ya Hikûmeta Iraqê teqiyan û di encamê de kesek birîndar bû.

Berdevkê Wezareta Navxwe ya Iraqê Sead Mean ji Rûdawê re ragihand: Şevê din, seat 08:30 li nêzîk Wezareta Darayî li Bexdayê 2 bombe teqiyan.”

Sead Mean wiha got: “Di encama wan teqînan de tenê kesek birîndar bû, lê gellek ziyanên madî derketin.”

Ew teqîn di demekê de bûn, ku Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Bexdayê bû û danûstandin ligel Hikûmeta Iraqê dikir bo çareserkirina arîşeyên darayî di navbera wan de.

Wezareta Darayî 30 km ji cihê civînê dûr bû. Wezîrê Derayî yê Hikûmeta Iraqê, Hoşyar Zêbarî ye.