Sûdanî: Li Îraqê çekên li derveyî kontrola dewletê hene

15-12-2023
RÛDAW
Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî
Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî
Nîşan Mihemed Şiya Sûdanî Bestoon Talk
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Bi gotina berpirsên Amerîkayê, ji 17ê Çiriya Pêşînê ve 77 caran hêzên wan li Îraq û Sûriyeyê hatine armanckirin.

Li hemberî wan êrişan jî Amerîkayê li rojava û naverasta Îraqê, pêgehên wan grûpan bombebaran kirine û 15 çekdar hatin kuştin.

Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî li ser mijarê got:

“Berî her tiştekî pirsgirêkeke me heye, em wê venaşêrin. Ez bi zelalî diaxivim. Pirsgirêka me çekên li derveyî kontrola dewletê hene. Li derveyî saziyên dewletê ye.”

Ev itîrafkirina Serokwezîrê Îraqê ye bi hebûna çekên li derveyî kontrola dewletê.

Mihemed Şiya Sûdanî mêvanê bernameya Bestoon Talkê ya Tora Medyayî ya Rûdawê bû.

Sûdanî derbarê êrişkirina ser binkeyên Hevpeymanan û balafirgehên Îraq û Herêma Kurdistanê bersiva Bêstûn û mêvanên bernameya wî da.

“Grûpên çekdar hene ku naskirî û eşkere ne”

Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî got:

“Grûpên çekdar hene ku naskirî û eşkere ne. Bawerî û helwêsteke wan heye ku li nav axa Îraqê hêzên biyanî hene.

Hebûna van hêzan, ev gotina wan e, bi nerîna wan ev awayekî dagirkeriyê ye û serweriya Îraqê bin pê dike.”

Bi gotina berpirsên Amerîkayê, ji 17ê Çiriya Pêşînê ve 77 caran hêzên wan li Îraq û Sûriyeyê hatine armanckirin.

Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî herwiha anî ziman:

“Hemû ew destdirêjiyên ku hatine kirin, ligel destdirêjiyên vê dawiyê yên li ser Balyozxaneya Amerîkayê, destdirêjiya li ser Firokexaneya Hewlêrê, ev karên terorîstî ne.

Terorîstî ne, hikûmet û saziyên ewlehiyê jî li pey encamderan digerin û bi saya Xwedê dê ragihînin ku ew kî bûn û di vê mijarê de ti nermiyekê jî nakin. Ev yek pêwendiya wê bi asayîş û aramiya welêt ve heye.”

Ji bo rêgirtina li êrişên grûpên çekdar, hevahengî di navbera Pêşmerge û hêzên ewlehiyê yên Îraqê de heye û bi gotina Serokwezîrê Îraqê, derbarê wan êrişan de lêkolîn digihên encaman.

Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî li ser helwesta hikûmeta xwe jî got:

“Li dijî tawanên ku hatine kirin, helwesta hikûmetê dê hebe û eşkere jî dike, navên wan jî dibêje, her aliyeke ku destê wî tê de heye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst