Serokwezîrê Îraqê li ser Madeya 140î û Petrola Kurdistanê çi got?

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî li ser berhemanîna petrola Herêma Kurdistanê diyar kir ku niha 80 hezar-90 hezar bermîl petrol tê berhemanîn.

Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî di Rûdaw TVyê de bû mêhvanê Bestoon Talkê.

Mihemed Şiya Sûdanî pirsên xwendekarên zanîngehê yên di gelek biwarên cuda de bersivandin.

Bestoon Osman di destpêka bernameyê de bi bîr anî ku Kurdî li Îraqê zimanê fermî ye du zanîn ku dê bername bi Kurdî berdewam bike.

Madeya 140î

Van demên dawiyê Erebên hawirde li Kerkûkê dest datînin ser zeviyên cotkarên Kurd û hewl didin wan ji gundên wan derxin.

Destpêkê xwendekarê bi Mihemed Sabir Madeya 140î anî rojevê.

Sûdanî li ser vê yekê got, “Divê Madeya 140î were tetbîqkirin” û pê de çû:

“Ev pirsgirêk ji ber bicihnekirina Madeya 140î rû dide. Rejîma Beasê biryar dabû ku dest deyne ser zeviyên çandiniyê, vê jî guherîna demografîk bi xwe re anî.

Hinek ji van biryaran hîn jî di meriyetê de ne. Em rastî pirsgirêkên di navbera cotkaran de hatin û em hewl didin bi rêya tedbîran van pirsgirêkan çareser bikin.

Bi rastî, ji bo çareseriyê divê ew biryarên berê werin hilweşandin û ev jî bi rêya yasayên nû û tetbîqkirina Madeya 140î pêkan e.”

Li ser van gotinan Bestoon Osman pirsî, “Anku em dê bibînin ku dema hikûmeta we tevên xalên Madeya 140î werin tetbîqkirin?”

Sûdanî diyar kir ku ew ji bo vê yekê bi biryar e û berdewam kir:

“Helbet, teqez. Divê hikûmet vê tetbîq bike lê ku ez bi zelalî bibêjim piraniya vê meseleyê di navbera serokkomarî û parlamentoyê de ye.

Hemû di nava paketekê de ne û divê tev werin bicihanîn. Bi vî rengî em dikarin tevên xalên destûrê bi cih bînin.”

Pêwendiyên bi serkirdeyên Herêma Kurdistanê re

Serokwezîrê Îraqê meha borî hatibû Hewlêrê û bi Serok Barzanî re jî hinek hevdîtin kiribûn û ew li hinek deverên Kurdistanê geriyabûn.

Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî li pirsekê desnîşan kir ku “Pêwendiyên wî yên bi serkirdeyên Herêma Kurdistanê re gelekî baş in” û pê de çû:

“Ji bo min gelekî xweş bû ku ez bi Serok Barzanî re bim. Em bi hev re li hinek herêmên cuda geriyan û min fêhm kir li wê derê çîroka her çiyayekî heye.

Serok Barzanî wekî ansîklopediyekê ye ku gelek bûyerên cuda dihewîne, pêşengek e ku li hemberî zordestiyê têkoşîn kiriye.

Pêwendiyên min û tevên serkirdeyên Kurd gelekî baş in. Pêwendiyên min hem bi Serok Barzanî hem jî bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re gelekî baş in.

Nêçîrvan Barzanî mirovekî têgihiştî ye û di hemû qadan de pêwendiyê datîne bi me re.

Serokwezirê Herêma Kurdistanê birayê min Mesrûr Barzanî jî bi heman şêweyî. Pêdiviya me bi pêwendî, alîkarî û têgihiştinê heye.

Spas ji Xwedê re ku pêwendiyên me gelekî baş in û ev jî dê ji bo çareserkina pirsgirêkan bibe alîkar.

Gelek saziyên medyayê hene ku îdia dikin Hikûmeta Îraqê berpirsiyariyên xwe nayîne cih. Li gorî hikûmet ji bo xelkê Besra, enbar û Bexdayê çawa be divê ji bo xelkê Herêma Kurdistanê jî wisa be.

Ev ne propagande û solagan e. Ev parçeyek ji polîtikaya me ye ku ev hêvî dikin baweriya ewladên xwe bi dest bixin.”

Şiya Sûdanî li ser pirgirêkên Hewlêr û Bexdayê got, “Pirsgirêkên me hene, pirsgirêkên me yên li ser deriyên sînorî hene, li ser budceyê pirsgirêkên me hene, li ser mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê pirsgirêkên me hene.

Di budceyê de para Herêma Kurdistanê ji sedî 12,6 e. Dikarin ji vê pişkê mûçeyan jî bidin, dikarin projeyan jî çêbikin. Li gorî destûrê biryara vê di destê wan de ye.

Em wek hikûmeta federal rêjeya diyarkirî ya mesrefên giştî didin û Wezareta Darayî jî diyar dike ku me çiqas xerc kiriye. Hejmara mayî jî em ji wan re dişînin.

Divê Herêma Kurdistanê jî dahata xwe ya neftê û derveyî neftê ji me re bişîne.”

“Herêma Kurdistanê rastî zehmetiyan hat”

Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî behsa budçeya ku bû sedema nîqaşan jî kir û got:

“Di dema bicihkirina Yasaya Budçeyê ya sê salî de, em rastî pirsgirêkeke neçaverêkirî hatin. Yekem cudahî di navbera guhertoya ku me di projeyasayê de li ser li hev kiribû û di versiyona biryara Encûmena Wezîran de hebû.

Dema ku hat parlamentoyê, me rêz li vê guhertinê girt û me got em dê vê guhertinê bi cih bînin lê pirsgirêk hebûn, bi taybetî derbarê mesrefa berhemanîna petrolê de.

Biryara duyemîn a Dadgeha Hakemê ya Parîsê, berhemanîn û hinartina petrolê bi rêya boriya Herêma Kurdistanê ji bo bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê ragirt.

Bi vî awayî, Herêmê dahata xwe ya petrolê ji dest da, tenê dahata derveyî wê ma ku vê yekê pirsgirêk aloztir kir.

Herêma Kurdistanê jî di warê bicihkirina erkên xwe yên li hemberî welatiyan de rastî zehmetiyan hat.”

“Rêza min ji Helebceyê re heye”

Mihemed Şiya Sûdanî li ser pirsa xwendekareke Helebceyî ya derbarê şandina meaşên karmendan û pêşxistina sektorên perwerde û tenduristiyê anî ziman:

“Ez rewşa dijwar a gelê me yê Kurdistanê fem dikim. Israra we ya ji bo domandina xwendin û ezmûnan îspata vîna we ya xurt e û ez pê serbilind im.

Bi taybetî ku hûn ji bajarê berxwedanê yê ku rejîma dîktator tawana komkûjiyê kiriye û berdêlên giran daye. Rêza min bêdawî ji Helebceyê, şehîdên wê û xelkê Helebceyê re heye.”

Sûdanî li ser parêzgehbûna Helebceyê jî diyar kir ku wî ji bo derketina yasayê gelekî hewl daye û kar û xebat jî hîn berdewam dikin.

“Em dê planeke stratejîk bi Serokkomarê Tirkiyeyê re îmze bikin”

Mihemed Şiya Sûdanî derbarê pirsgirêkên li ser bikaranîna avê de jî got:

“Gelek welatên cîhanê ji bo çandiniyê ava ku berê hatiye bikaranîn ji nû ve bi kar tînin. Ew wê avê îsraf nakin, av beşeke dahata wan e.

Dikarim piştrast bikim ku me planeke stratejîk amade kiriye û em hêvîdar in bi Serokkomarê Tirkiyeyê re ku dê di demeke nêzîk de were Bexdayê, îmze bikin.”

Sûdanî diyar kir ku dê plana stratejîk li Herêma Kurdistanê jî were danîn û çend bendavên biçûk ên ku dê ava baranê berhev bikin werin avakirin.

Mihemed Şiya Sûdanî li ser pirsgirêkeke destpênekirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê jî got:

“Li gorî yasaya ku parlementoyê destnîşan kiriye, ji bo berhemanîna her bermîlekê divê 8 dolaran bidin kompanyayan.

Di girêbestên ku bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re hatine kirin de, bihayê berhemanîna bermîleke petrolê wek 21 dolar hatiye diyarkirin.

Kî dê vê ferqê bide? Ne Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikare bide û ne jî em dikarin yasayan bin pê bikin.

Ev yek ji pirsgirêkên di proje yasaya budceyê de ye ku li parlamentoyê deng li ser hatiye dayîn. Kompanya niha li benda guhertina vê madeyê ne.”

Sûdanî destnîşan kir ku niha 80 hezar-90 hezar bermîl petrol tê berhemanîn û ew jî bi rêya Wezareta Petrolê ya Îraqê ji parzûngehan re dişînin.