MÛSIL – Heşda Şeibî bi zorê ji xelkê bi milyonan dolar distîne

15-12-2018
RÛDAW
Nîşan Mûsil Heşda Şeibî Xerac
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Parlamenterê endamê Parlamentoya Iraqê Mansur el-Merîd ragihand ku li bajarê Mûsilê milîsên Heşda Şeibî “ofîsa xeracê” damezrandine û ji xelkê bi zorê bacê werdigrin. Parlamenterekî din ê şîe jî got ku endamên Heşda Şeibî ji xelkê bi zorê bi milyonan dolar standine.

 

Bi ser rizgarkirina Mûsilê ji deste rêxistina DAIŞê de salek derbas bû. Hêzên girêdayî Heşda Şeibî jî ligel artêşa Iraqê tevlî operasyona kontrokirina Mûsilê bibûn. Piştî kontrolkirina Mûsilê beşek ji hêzên Heşda Şeibî li rojavayê Mûsilê bicih bûn. Niha ew hêzên li rojavayê Mûsilê, bi zorê ji xelkê pere distînin, têne tohmetbarkirin.

 

Derbarê vê mijarê de Parlamenterê Neynewayê li Parlamentoya Iraqê Mansur el-Merîd ji Rûdawê re wiha got: “Hinek kes li ser navê fermandeyên Heşda Şeibî li Mûsilê bi zorê pereyeke zêde ji xelkê distînin. Heta ku ji bo wan karên xwe ofîsa xeracê jî avakirine.”

 

Mansur el-Merîd diyar kir ku ew ofîsên xeracê, li Mûsilê ji karsazên beşdarî kêmgiriyê dibin jî pere werdigrin.

 

Hinek kesên din jî van îdiayan piştrast dikin

 

Dermansazek ku ji ber rewşa ewlehiyê nexwest navê wî were eşkerekirin jî îdiayan Merîd piştrast kir û got: “Berê niha mehane ji min 450 dolar standin, lê ji ber ku Heşda Şeibî ev rêje zêde kir ez neçar bûm ku dermanxaneya xwe bigirim.”

 

Li gor zanyariyên berdest endamên Heşda Şeibî wek mahane ji wî dermansazî daxwaza hezar dolarî kirine.

 

Endamê Komîsyona Berevanî û Ewlehiyê li Parlamentoya Iraqê yê berê Hekîm Zamlî jî tekez kir ku li Mûsilê bûyerên wek bi zorê ji sivîlan pereyan distînin hene û got: “Li Mûsilê kesên dewlemend neçar bûne ku beşek pereyên xwe ligel aliyên çekdar û kesên din ên desthilatdar dabeş bikin.”

 

Berpirsên Heşda Şeibî red dikin

  

Ji aliyê din ve Berpirsekî Heşda Şeibî ev îdia red kirin û got ew yek bi temamî “kampanya reşkirina” wan e.

 

Li ser heman mijarê Fermandeyê Lîwaya Hûseyîn Seyîd Muxtar Mehmûd Musevî ku bi ser Heşda Şeibî ve ye wiha axifî: “Kesên dibêjin endamên Heşda Şeibî bi zorê ji xelkê pere distînin fermo bila bêne cem min. Bila yek kesî bi zorê ji xelkê pere distîne ji min re diyar bikim, ez bixwe dê wî bi awayekî herî dijwar ceza bikim. Lê ev îdia nerastin.”

 

Dermaxansazê Mûsilî jî dibêje: “Bi rastî ez navê kê bibêjim dê destpêkê min bikujin.”

 

Bi milyonan dolar xerac

 

Li Mûsilê mijara bi zorê standina pere û kelûpelan ji welatiyên sivîl, taybetî di nav xelkê sunne de bûye mejara herî sereke û germ.

 

Parlamentoya Iraqê biryar daye ku ji bo lêkolîn derbarê vê mijarê de bê kirin komîsyoneke ji 43 parlamenteran pêk tê ava bike û raporeke di heyama 3 mehan de amade bikin.

 

Parlamenterê Şîe Hekîm Zalmî diyar kir ku di destê wan de bi dehan belgeyên piştras dikin bi zore xerac ji xelktê tê standin hene û herwiha kesên vî karî dikin jî eşkere kir:

  

“Ji kesên dewlemend, dermansaz, dikandar, xwediyê jeneratoran, xwediyê otoparkan, cotkar û xwediyê benzînxaneyan bi zorê pere tenê standin. Rêjeya vê pereye deryasayî tê komkirin bi milyonan dolara derbas dike.”

 

Zalmî herwiha got: “Li Mûsilê kesên berpirsê ewlehî û asayîşê mijûlê komkirina xeracê dibin. Ew ji rewşê agahdar in. Lewma DAIŞ ji nû ve zindî dibe.”

 

Parlamentera Mûsilê Cemîle Ubeydî jî da zanîn ku hêzên Heşda Şeibî li ser Pira Geyareyê xala kontrola danîne û ji cotkaran bi zorê pere distînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst