Rûmadî- Hêzên Iraqê pêşde diçin..Cihekî nû girtin

Enbar (Rûdaw)- Hêzên Iraqê li parêzgeha Enbarê pêşde diçin û Wêstgeha Tirênê li rojavayê bajarê Rûmadî ji DAIŞê standin.

Çavkaniyekê ji Ofîsa Ragihandina Polîsê Parêzgeha Enbarê ji Rûdawê re ragihand: “Piştî şerekî giran hêzên Iraqê bi piştevaniya balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî Wêstgeha Tirênê li rojavayê Rûmadî ku cihekî stratejîk e, kontrol kirin.”

Li gorî heman çavkaniyê, “Di wî şerî de, bi dehan çekdarên DAIŞê hatin kuştin û birîndarkirin, herwiha gelek çek û teqemenî û kelûpelên leşkerî ketin destê wan de.”

Çavkaniya polîsê Enbarê wiha got: “Li navçeya Herariyat jî, balafirên hevpeymaniya navdewletî li cihekî DAIŞê dan û gelek çekdarên DAIŞê li wir kuştin, herwiha gelek otomobîlên wan ên bombekirî teqandin.”

Bajarê Rûmadî ku navenda parêzgeha Enbarê ye, bi temamî di destê DAIŞê de ye û û niha hêzên Iraqê di operasyoneke berfireh de ne bo girtina wî bajêrî.

Roja Şemiyê, Berdevkê Encumena Parêzgeha Enbarê Îd Emaş ji Rûdawê re ragihand: Ji aliyê bakurê Rûmadî de, hêzên Iraqê ber bi bajêr ve diçin û çend navçe kontrol kirin. Ji aliyê başûr de, navçeya Tamîm, Qadisiye û 8ê Şibatê kontrol kirin. Herwiha ji aliyê başûrê rojava ve jî, Kargeha Şuşe û Pira Şuşe ji DAIŞê standin.