Wezîrê Sedr: Em beşdarî hikûmetê nabin

Hewlêr (Rûdaw) - Salih Mihemed Iraqî ku weke Wezîrê Muqteda Sedr jî tê naskirin, Rêberê Tevgera Sedr, rexne li hewlên avakirina hikûmeta nû ya Iraqê girtin û got, “Em bi awayekî rasterast û nerasterast beşdarî hikûmetê nabin.”

Salih Mihemed Iraqî ku weke Wezîrê Muqteda Sedr jî tê naskirin îro Şemiyê 15ê Cotmeha 2022an, li ser hesabê xwe yê Twitterê, bi tundî êrîşî hêzên ku hikûmeta nû ya Iraqê ava dikin kir, wek “Hevpeymaniya Girêdayî û Milîsên Ceribandî” bi nav kir û got, “Hevpeymaniya Girêdayî û Milîsên Ceribandî hêviyên gel pêk neanîn û pêk jî nayînin.”

Wezîrê Sedr, Salih Mihemed Iraqî behsa têkçûna hewlên Tevgera Sedr, Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Hevpeymaniya Serweriyê kir ji bo avakirina hikûmeteke pirraniya nîştimanî û got, “Ew ne rojhilatî dibû û ne jî rojavayî. Dê hikûmeteke pak ba û çek dê di destên hêzên ewlehiyê de bûna.”

Wezîrê Sedr, Salih Mihemed Iraqî daxwaz kir û got, “Nabe Iraq bibe lîstika ajandayên derve, çek nekeve destê kesên bêkontrol û pereyên xelkê nekevin bwrîk û bankên kesên gendel.”

Salih Mihemed Iraqî diyar kir ku ew bi awayekî rasterast û nerasterast beşdarî hikûmetê nabin û got, nabe ti kes li ser navê Sedr beşdarî hikûmetê bibe û anî ziman, “Em dûbare dikin ku ti kes ji me beşdarî hikûmetê nabe, çi yên di hikûmetên berê de û çi hikûmeta niha; yan yên li derveyî hikûmetê ne yan jî yên berê; yan jî yên ku ji me cuda dibin, çi li hundirê Iraqê, çi li derve, yan jî her kesê ku li ser me tê hesibandin, rasterast an jî nerasterast, em bi tevahî hincetên ji bo beşdarbûna wan red dikin.”

Roja Pêncşemê 13ê Cotmeha 2022an proseya hilbijartinên serokkomariya Iraqê bi du geran birêve çû; gera sereke di navbera Berhem Salih û Letîf Reşîd de bû. Di gera yekem de 282 parlamenter beşdar bûn û Letîf Reşîd 157 û Berhem Salih jî 99 deng bi dest xistin.

Di tûra duyem de Letîf Reşîd 162 deng bi dest xistin û bi 99 dengan Berhem Salih têk bir. Her wiha 8 deng betal bûn. 269 parlementer beşdarî gera duyemîn a hilbijartina serokomariyê bûn. Li gorî gera yekem, dengên Letîf Reşîd zêde bûn û dengên Berhem Salih jî neguherî.

Serokkomarê hilbijartî yê Iraqê Letîf Reşîd ji bo avakirina hikûmeta nû Mihemed Şiya Sûdanî erkdar kir.