RÛDAW/TAYBET - Fermandar: Em di amadebaşiyê de ne

Mûsil (Rûdaw) – Fermandarê Giştî yê Yekîneyên Antî Terora Iraqê Ebdulganî Esadî got, piraniya yekîneyên artêşê li eniyên şerî bicî bûne.

 

Fermandar Ebdulganî Esadî ji Rûdawê re ragihand,  ew ji bo destpêkirina operasyona rizgarkirina Mûsilê li benda “seat sifrê”  ne.

 

Ebdulganî Esadî got wiha got: “Her tişt yan îşev yan jî sibê teva dibe. Yek roj ma. Piştî wê emê li benda seat sifrê bin.”

 

Leşkerên Iraqê li 15 kilometreyan dûrî Mûsilê beriya operasyona ku çavê hemû cîhanê li ser stranan dibêjin.

 

Operasyona rizgarkirina Mûsilê dê dahatûya DAIŞê li Iraqê diyar bike. Ji ber vê yekê jî tê pêşbînîkirin ku DAIŞ ji bo Mûsilê ji dest nede dê hemû rêyan biceribînin.

 

Herwiha tê gotin dibe ku çekdarên DAIŞê çekên kimyawî bikar bîne ku beriya niha li hemberî Pêşmerge bikar anibû.

 

Di operasyona Mûsilê de Pêşmerge jî weke hêzeke bawer pêkirî, ji aliyê hêzên hevpeymaniya navdewletî  û welatên navçeyê ve roleke girîng dibînin.