'Ebadî mijara leşkerên tirk dibe Amerîkayê'

15-10-2016
RÛDAW
Nîşan Iraq Tirkiye Başîqa
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Parlamentera kûtleya Dewleta Yasa ya Iraqê Nehle Hebabî eşkere kir ku dê Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî mijara hebûna leşkerên Tirkiyê yên li Başîqayê gotûbêj bike.

 

Parlamentera kûtleya Dewleta Yasa ya Iraqê Nehle Hebabî ragihand: “Ebadî di civîna ligel berpirs û endamên Partiya Dewa de gotiye ku dê serdana Amerîkayê bike û li gel rêveberiya Washingtonê li ser mijara hebûna leşkerên tirk ên nav axa Iraqê, gotûbêjan bike.”

 

Nehle Hebabî herwiha daxuyand ku ev pêngava Ebadî dikeve çarçoveya hewlên hikûmeta Iraqê ya li hember hebûna leşkerên tirk û got:

 

“Hikûmeta Iraqê di vê mijarê de daxwaza civîna lezgîn ji Civata Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî kiribû. Helwesta Iraqê eşkere ye. Eger Washington ji bo hewlwestê Amade be, hingî dê Civata Ewlekariyê jî bikare sizayan li ser Tirkiyê bisepîne.”

 

Hêjayê gotinê ye ku bi armanca perwerdekirina mîlîsên sunnî yên xwecihî yên Iraqê, ev du sal in hêzekî Artêşa Tirkiyê li Başîqaya Mûsilê ne.

 

Mijara hebûna leşkerên tirk, bi taybet di dema nêzîkbûna operasyona Mûsilê de, di navbera Enqere û Bexdayê de bûye alozî û berpirsên herdu welatan li dijî hev daxuyaniyên tund didin. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst