Sedî Pîre naveroka hevîtina li gel Ebadî eşkere kir

15-08-2017
Nîşan SEdî Pîre Bexda Giştprisî Şanda Kurdistanê
A+ A-

Bexda (Rûdaw) – Endamê şanda Kurdistanê Sedî Ehmed Pîre ragihand, ku hevdîtina wan a li gel Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî pir bi hêvîdar bûye.

 

Şanda Kurdistanê ku ji aliyê Encumena Bilind a Referanduma Herêma Kurdistanê ve ji bo danûstandinên li gel berpirsênb Iraqê hatiye pêkanîn, duh gihişte Bexdayê û civîna xwe ya yekem li gel Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî kir.  

 

Derbarê naveroka hevdîtinê de nûnerê YNKê yê şandê Sedî ehmed Pîre ji Rûdawê re ragihand: “Me ji Heyder Ebadî re got, ku gelê Kurdistanê gihiştiye wê biryarê ku giştpirsiya serxwebûnê bike. Çimkî ji paşeroja xwe ya li Iraqê ne piştrast e. Em hê jî du dil in û ditirsin şer çêbibe.”

 

Pîre herwiha got: “Hevdîtina me pir bi hêvîbexş bû. Ebadî got, Herêma Kurdistanê xwedan serxwebûna aborî û siyasî ye. Pêşmergeyên wî hene ku ala Iraqê hilnegirtine.”

 

Tê payîn şanda Kurdistanê bi berpirsên din ên Bexdayê re hevdîtinan bike.

 

Di şanda Kurdistanê ya Bexdayê de nûnerê PDKê Dr. Nûrî Şawês, nûnerê YNKê Sedî Ehmed Pîre, nûnerê Serokatiya Herêma Kurdistanê Fûad Husên, nûnerê Yekgirtû Mihemed Ehmed, nûnera kurdên êzidî Viyan Dexîl, nûnerê krîstiyanan Romyo Hekarî û herwiha nûnerê tirkmenan Macîd Bazirgan, cîh digre.

 

Li gorî zanyariyên Rûdawê, di dosyeya şanda Kurdistanê de 55 xalên destûra Iraqê hene ku ji aliyê Bexdayê ve hatine binpêkirin. Yek ji wan xalan jî Xala 140 e. Herwiha birîna bûdceya Herêma Kurdistanê, nedana meaşên pêşmerge, yasaya petrol û gazê, rêjaya kurdan di artêşa Iraqê de, li parlamentoyê derxistina yasayên li dijî maf û berjewendiyên kurdan xalên din ên nava vê dosyayê de ne.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst