Li ser banga Muqteda Sedr bi deh hezaran kes berê xwe dan Bexdayê

15-07-2022
RÛDAW
Nîşan Iraq Bexda Muqteda Sedr
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li ser banga Rêberê Tevgera Sedr Muqteda Sedr ji bo beşdariya di Nimêja Înê ya Yekgirtî de, bi deh hezaran şopîner û alîgirên wê tevgerê gihîştin navenda bajarê Sedr li paytexta Iraqê Bexdayê.

Amadekariyên ji bo Nimêja Înê ya Yekgirtî ya ku Muqteda Sedr bangewaziya wê kiriye, ji duh ve heta niha berdewam in.

Organîzatoran tedbîrên ewlehiyê tund kirine, tevgera dezgehên ragihandinê û rojnamevanan li qadeke diyarkirî hatiye sînordarkirin.

Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedr duh êvarî roja Pêncşemê bi armanca beşdariya di nimêja Înê de gihişte paytext Bexdayê.

Muqteda Sedr roja Pêncşemê di twîttekê de ragihandibû ku dê tevlî nimêjê bibe û gotibû, eger ew nekare beşdar bibe dê kesekî li ser navê xwe bişîne da ku nimêjê bike.

Şeva bihorî, heya derengiya şevê rêyên çuna bo nav Bexdayê   gelekî qelebalix bûn.

Nûçegihanê Rûdaw li Bexdayê Helkewt Ezîz ragihand, tevahiya rêyên çuna ber bi navçeya Kesk ve hatine girtin.

Helkewt Ezîz got, ji demjimêr 12:00 şeva bihorî ve rê nayê dan ku otomobîl, hatinuçûnê di derdora wê navçeyê de bikin.

Li aliyekî din çûna xelkê bo cihê nimêja înê li Bexdayê berdewam e.

Muqteda Sedr di bangewaziya xwe de daxwaz kiriye ku nimêja Înê ya îro nimêjeke milyon kesî be.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst