Selîm Cibûrî bû serokê Parlamentoya Iraqê

Bexda (Rûdaw)- Namzedê Hevpeymaniya Hêzên Iraqê Selîm Cibûrî wek serokê Parlamentoya Iraqê hat hilbijartin.

Parlamentoya Iraqê îro civîna xwe li dar xist û di destpêkê de deng ji bo namzedên posta serokê parlamentoyê hat dayîn. Bi tenê namzedek hebû ku ew jî Selîm Cibûrî ye.

Di encama dengdanê de Selîm Cibûrî bi piraniya dengên parlamenteran wek serokê parlamentoyê hat hilbijartin.

Hevpeymaniya Hêzên Iraqê ji çend hêz û aliyên siyasî yên Sune pêk tê û serokê berê yê parlamentoyê Usame Nucêfî serokatiya wê dike.

Selîm Cibûrî ye kî ye?

Roja 12/8/1971 li bajarokê Miqdadiye li parêzgeha Enbarê ji dayik bûye.

Cîgirê sekreterê giştî yê Partiya Îslamî ya Iraqê ye.

Serokê frakisyona “Diyale Nasname” ye.

Di xula berê ya parlamentoyê de serokê komîteya mafên mirovan bû.

Bawernameya wî ya doktorayê heye.

Yek ji endamên desteya ku destûra Iraqê nisîvandibûn.