Vê carê agir bi Sûka Bexdayê ket

Hewlêr (Rûdaw) – Şeva borî derengê şevê agir bi Sûka Bexdayê ket û 7 dikan şewitîn.

Rayedarê Tîmên Parastinê yên Sivîl ên Baxdayê Newas Sebah Şakir ji Rûdawê re da zanîn ku li gorî nîşaneyên destpêkê şewat ji ber erizeyeke karebayê derketiye.

Newas Sebah Şakir diyar kir ku hîn lêkolînên li ser bûyerê berdewam dikin.

Nûçegihanê Rûdawê Ziyad Îsmaîl jî got ku dikanên cilan û amûrên bedewiyê şewitînê.

Demên dawiyê li Herêma Kurdistanê û bi taybetî jî li Hewlêrê gelek şewat çêdibin.

Di nava vê hefteyê de li Hewlêrê agir bi parzûngeheke petrolê, kargeheke çîmentoyê û avahiyeke neqediyayî ketibû.