Şandeke hikûmeta Iraqê serdana kampa Mexmûrê kir

Hewlêr (Rûdaw) – Şandeke hikûmeta Iraqê roja Duşemê serdana kampa penaberên Bakurê Kurdistanê li Mexmûrê kir, daku lêkolînê derbarê êrişa dawî ya Tirkiyê bo ser wê kampê de bike, ku di wê êrişê de 4 kes hatibûn kuştin.

Hevserokê Encûmena Kampa Mexmûrê, Hacî Kaçan ji Rûdawê re ragihand: “Şanda hikûmeta Iraqê pêkhatibû ji nûnerên wezareta navxwe, wezareta berevaniyê, wezareta koç û koçberan, istixbarat, odeya operasyonên hevbeş ên Mûsilê û Firqeya 14 a artêşa Iraqê li Mexmûrê.”

Kaçan got: “Şanda Bexdayê bi encûmena kampê re civiya û guhdariya pirsgirêk û daxwazên xelkê di nav kampê de kirin, û dilgiraniya xwe li hember bombebarankirina kampê nîşan da ku cihekî sivîl e.”

Hevserokê Encûmena Kampa Mexmûrê herwiha diyar kir: “Şanda hevbeş a Bexdayê di nav kampê de geriya. Me daxwaz kir, me xelkê sivîl ê kampê biparêzin û me got, Herêma Kurdistanê dema 2 salan e rê nade ku xelkên me biçin nav bajarên Hewlêr û Duhokê. Me daxwaz kir wê yekê bigihînin aliyê pêwendîdar û wan jî soz da ku wê mijarê û pêwîstiyên kampê bigihînin cihê eleqedar.”

Hevserokê Encûmena Kampa Mexmûrê da xuyakirin, wan xwest ku rêveberiyeke Iraqî li kampê bê sazkirin û hin guhertinan bikin daku parastina niştecîhên kampê zêde bikin.

Hacî Kaçan got: “Şanda Iraqê daxwaz kir, rêveberiyeke ser bi hikûmeta Iraqê di nava kampê de hebe û gotin, em jibo parastina we tên û divê hinek guhertin bên kirin, me jî ji wan re got, deriyê kampê vekirî ye.”

Pêştir hikûmeta Iraqê di nava kampê de ofîsa xwe hebû, berî bûyerên 2017an jî Herêma Kurdistanê ofîsek di nav kampê de hebû, lê niha ew ofîs nemane.

Cîgirê Fermandarê Operasyonên Hevbeşên Iraqê, General Ebdulemîr Elşemerî jî destnîşan kir, pêwîst e ewlehiya kampê û parastina wê bê zêdekirin. General Ebdulemîr Elşemerî got: “Ewlehî dê bi hebûna hêzên polîsê herêmî were zêdekirin.”

Kampa Mexmûrê bêtirî 12,000 penaberên Kurd ên ji Bakurê Kurdistanê lê dijîn, ku bi taybetî di salên 1990an de ji zilma dewleta Tirkiyê reviyane. Kamp dikeve sînorê deverên cihê nakokiyê yên di navbera Hewlêr û Bexdadê de.

Enqere dibêje, ku têkiliyên kampê bi Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) re hene. Di 5ê Hezîranê de, Tirkiyê êrîşek asmanî li nêzî kampê pêk anî ku di encamê de sê kesan canê xwe ji dest dan, roja înê 11ê Hezîranê jî Tirkiyê îdîa kir ku di wê êrişê de berpirsekî payebilind ê PKK hatiye kuştin.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji kampê nîgeran e, ji ber ku niştecîhên wê bê belge û nasnameyên fermî û bawerpêkirî ne.

Rêkxerê Raspardeyên Navdewletî li Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Dîndar Zêbarî ji Rûdawê re ragihand: “Kampa Mexmûrê ji bo me rewşeke taybet e. Pirsgirêk ev e ku akinciyên kampê nasnameyeke fermî ya bawerpêkirî ku ji aliyê hikûmeta Iraqê yan Netewên Yekbûyî ve hatibe dayîn, bi wan re nîne. Em nizanin gelo zanyariyên li ser wê nasnameya ku hene, zanyariyên derbarê hilgirê nasnameyê ye yan na, çimku nasname ne fermî ne.”

Dîndar Zêbarî dibêje, pêwîst e nişteciyên Kampa Mexmûrê mijara nasnameyê li gel hikûmeta Iraqê yan jî Netewên Yekbûyî yekalî bikin.

Têkildarî baregehên serbazî yên li nêzîkî kampê jî, Hevserokê Encûmena Kampa Mexmûrê ji Rûdawê re got: “Ew (baregeh) piştî êrişên DAIŞê di salên 2014 û 2015 de hatine avakirin û niha vala ne. Li dora kampê çeperên hêzên Iraqê hene. Heta niha jî metirsiyên DAIŞê li çiyayên Qereçûxê her mane û çend caran hêzên Hevpeymanan, çekdarên DAIŞê li navçeya Qereçûxê bombebaran kirin.”