Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqê, red dike ti gundek ji aliyê DAIŞê ve hatibe kontrolkirin
Hewlêr (Rûdaw) - Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqê kuştina 7 çekdarên DAIŞê li başûr rojavayê Hezır li parêzgeha Neynowa ragihand.
Fermandariya Operasyonên Hevbeş ragihand, firokeyên şer ên hevpeymaniya navdewletî li biyabanê rojavayê navçeya Hezir li parêzgeha Neynowa 3 veşargehên çekdarên DAIŞê bombebaran kirin û di encamê de jî 7 çekdarên DAIŞê hatine kuştin.
Tehsîn Xefacî, Berdevkê Fermandariya Operasyonên Hevbeş amaje bi wê kir, ti gundek ji aliyê DAIŞê ve nehatiye kontrolkirin û lê 3 çekdarên çekdarên DAIŞê gule berdane gundiyan û demildest jî hêzên emnî ji bo jinavbirina wan çekdaran ketine tevgerê.
Çekdarên DAIŞê van heyamên dawîn êrişên xwe li Iraqê zêde kirine. Îro berbanga sibê, 15.05.2020, çekdarên DAIŞê bi ser gundekî girêdayî qezaya Samera û bavek û 3 kurên muxtarê gund kuştin. Herwiha çekdarên DAIŞê xaniyên wan şewitandin.
Herwiha Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqê red dike ku gundê Mubarek ê ser bi qezaya Xaneqînê ve li parêzgeha Diyale ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatibe kontrolkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse