Ebadî: Divê dengên Kerkûkê bi destan werin hejmartin

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ragihand ku ji bo bidawîanîna guman û pirsgirêkan, divê dengên parêzgeha Kerkûkê bi dest werin hejmartin.

 

Heyder Ebadî di civîna çapemeniyê ya heftane de daxwaz kir ku ji bo dawîanîna pirsgirêk û gumanên li ser dengên parêzgeha Kerkûkê, divê dengên dengderan bi dest werin cudakirin.

 

Ebadî diyar kir: “Encûmena Wezîran a Iraqê ji Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan daxwaz dike ku bi awayekî şefaf û zelal serederî li gel wan îtirazan bike, ku ji aliyê fraksiyonan ve hatine pêşkêşkirin.”

 

Li ser amûrên dengdanê jî, ku bi taybetî gumana partiyên Herêma Kurdistanê li ser wan amûran heye Heyder Ebadî got: “Encûmena Wezîran wisa bawer e ku parastina dengên dengderan li pêşiya karên Komîsyona Hilbijartinan e. Divê li ser binpêkirinan lêkolîn werin kirin û dilniya bibin ku amûrên dengdanê bi awayekî rast karê xwe kirine.”