HEYDER EBADÎ - Ji serbaziya îmam heta serokwezîrtiyê

Hewlêr (Rûdaw) – Piştî nemana desthilata Beisiyan li Iraqê, Heyder Ebadî sala 2014ê bû serokwezîrê kabîneya sêyem a hikûmeta nû li Iraqa Federal.

 

Dema ew bû serokwezîrê Iraqê, yek li ser sêyê wî welatî ji aliyê DAIŞê ve hatibû dagirkirin, nirxê petrolê daketibû û Iraq di destê qeyrana darayî de dinaliya. Di wê demê de giloka Nûrî Malîkî ber bi jêr ve gingirî û stêrka bextê ya Heyder Ebadî geş bû.

 

Heyder Ebadî di medyayê de navekî diyar nebû. Di parlamentoyê de serokê komîsyona darayî bû. Di hilbijartinên xula duyemîn de di navbera dengên wî û Nûrî Malîkî de erd û esman ferq hebû. Malîkî xwediyê 721 hezar û 782 dengan û Ebadî jî tenê xwediyê 5 hezar û 151 dengan bû.

 

Lê çi bû sedem ku bazê bextê li ser milê Ebadî vede?

 

Piştî derbasbûna 105 rojan bi ser hilbijartinên Parlamentoya Iraqê de, pozberiya di navbera Heyder Ebadî û Nûrî Malîkî de ji bo wergirtina posta serokwezîrtiyê, bi sûda Ebadî gihişte encamê.

 

Roja 15ê Tebaxa 2014ê Nûrî Malîkî di civîneke çapemeniyê de got: “Ez berbijêriya xwe li berjewendiya birayê xwe Dr. Heyder Ebadî dikişînim, ligel hemû rêkarên ku ji ber vê pêwist dibin, ji bo parastina berjewendiyên bilind ên Iraqê.”

 

Serokê Komeleya Iraqî ya ji bo Lêkolînên Stratejîk Dr. Wasiq el Haşimî li ser hilbijartina Ebadî dibêje: “Kolanên Bexdayê pir kêfxweş bûn bi rêzdar Ebadî, çimku şêniyên Bexdayê gilî dikirin ku demeke dûr û dirêj e kesekî ji Bexdayê nebûye serokwezîr. Dema rêzdar Ebadî hat, ku şêniyê taxa Kerrade ya Bexdayê ye, xelk kêfxweş bûn ku kesekî xelkê Bexdaya paytext bûye serokwezîr.”

 

Ebadî kî ye?

 

Heyder Cewad Ebadî li sala 1952yê li bajarê Bexdayê ji dayik bû. Bavê wî bijîşkekî naskirî yê Bexdayê bû. Cewad Ebadî li Beyrûtê Zanîngeha Amerîkî xwendibû û hevjîna wî Lûbnanî bû. Bavê wî ti carî neket bin rikêba Beisiyan. Lewma sala 1979an bi biryareke bêbingeh a hikûmeta Beisê bi 31 doktorên din re tê xanenişînkirin. Piştre ji Iraqê bar dikin û diçin Brîtanyayê. Dema koça dawî dike, Beisî rê nadin termê wî bînin Iraqê. Lewra li bajarê Londonê tê veşartin.

 

Dr. Selame el Xefacî, ku yek ji endamê Meclîsa Hikûm a 2003yan a Iraqê bû, derbarê malbata Ebadî de dibêje: “Xelkê û cîranên wan ji vê malbatê hez dikirin û ji bavê wan hez dikirin, rehma Xwedê lê be. Bêguman perwerdeya wê malbata rewşenbîr bandoreke mezin li ser perwerdekirina vê kesayetiyê û derketina wî bi vî rengî kir.”

 

Heyder Ebadî sala 1970 xwendina paşnavendî xilas kir, piştre bawernameya bakaloriyusê li Zanîngeha Teknîkî ya Bexdayê xwend û li Zanîngeha Manchester a Brîtanyayê jî bawernameya master û doktorayê di warê endezyarî û teknîka elektrîkê de bidest xist.

 

Ew kesên li gel Heyder Ebadî kar kirine vê yekê naveşêrin ku bandora îngîlîzan li ser kesayeta wî heye.

 

Dr. Fazil Nebî, ku demek dirêj li Bexdayê alîkarê Wezîrê Darayî bûye dibêje: “Ew mirov siyaseteke Ingilîzî dida meşandin. Bi zîrekiya xwe aliyê darayî pir baş kontrol dikir.”

 

Ebadî û Partiya De’we

 

Çend rojan piştî Şikestina Hezîrana 1967an, Heyder Ebadî têkiliyê bi Partiya De`weya Îslamî re dike. Wê çaxê temenê wî tenê 15 sal e. Di rewşeke ewlekarî ya metirsîdar de, li Bexdayê dest bi çalakiyên siyasî dike. Pêşî wek endamekî rêxistina partiyê dest bi kar dike, piştre ji Iraqê bar dike û berê xwe dide Brîtanyayê. Sala 1977an, dibe berpirsê rêxistinên partiyê.

 

Nivîskarê iraqî Xalib Şabender behsa peywendiyên Ebadî û Partiya De’wa dike û diyar dike: “Heyder Ebadî li Kerradeya Rojhilat tevlî nav refên Partiya De`weya Îslamî li Iraqê bû, paşî têkilî bi grûpeke taybet re di nav Partiya De`weyê de kir bi awayekî cuda, ku piştre navê wan kirin “Leşkerên Îmam”. Hingê hizreke Samî el Bedrî ya cuda hebû, li gor hizra wî, ne pêwist e amadekarî ji bo damezrandina Dewleta Îslamî bê kirin, lê divê amadekarî ji bo hatina Îmamê Mehdî bê kirin. Bêguman ev di baweriya mezhebî ya Şîeyan de heye û Heyder Ebadî bi vê hêlê re bû.”

 

Bi gotina Şabender, hêla Samî el Bedrî jî divê aliyê de bû, lê De`weyê di nava Kerradeyê de tevger û çalakiyên xwe zêde kir û xwest Samî el Bedrî jê dûr bike. Li ser vê yekê, êdî di vê navê de Heyder Ebadî ber bi aliyê xwe ve kişandin.

 

Piştî ku Heyder Ebadî qayîl kirin bi vegerandina wî ji bo hêla giştî ya Partiya De`weyê, êdî bi awayekî pir çalak li dijî wê cudabûnê derket.

 

Roj bi roj Ebadî di nava Partiya De’wa de berpirsiyariyên nû wergirt. Sala 1979an bû endamê serkirdatiya cîbicîkar, piştî du salan bû berpirsê navenda Rojhilata Navîn a Partiya De`weya Îslamî ku baregeha wê li Beyrûta paytexta Libnanê bû.

 

Lê Ebadî naçe Libnanê û li Brîtanyayê serperiştiya wê dike. Piştre posta berdevkê partiyê werdigire, bi riya wê jî dikare çend tawanên rejîma Beisê bigihîne medyaya cîhanê û beşdarî çend rûniştinên girîng ên Neteweyên Yekbûyî bibe, bi merema berevaniya mafên gelên Iraqê û nîşandana zulm û stema hikûmeta Beisê ya Iraqê.

 

Xalib Şabender dibêje: “Gava çû Londonê, hingê endamekî normal ê Partiya De`weya Îslamî bû. Lê ji ber kevinbûna endamtiya wî, êdî gav bi gav ber bi pêş ve diçû. Herwiha ez bawer im roleke Doktor Îbrahîm Caferî ya mezin di pêşketina Heyder Ebadî di nav partiyê de hebû.”

 

Vegera Ebadî ya Iraqê

 

Di sala 2003ê de, Amerîka û hevpeymanên wê di Cenga Sêyem a Kendavê de karîn hikûmeta Saddam Hisên hilweşînin. Heyder Ebadî û çend berpirsên partiyên opozisyona Iraqê wê demê vegeriyane û tevlî damezrandina hikûmeta nû ya Iraqê bûn. Di heman salê de posta wezîrê tora pêwendiyan di hikûmeta Eyad Elawî de wergirt û serperiştiya çaksazîkirina avahî û torên amûrên ku ji ber şer têk çûbûn, kir.

 

Serokê Komeleya Iraqî ya ji bo Lêkolînên Stratejîk Dr. Wasiq el Haşimî dibêje: “Temenê vê wezaretê pir dirêj nekir, tenê çend mehan dom kir. Lewma bi awayekî berçav rola mezin a Ebadî xuya nekir. Nayê bîra gelek kesan ku Ebadî wezîr jî bûye.”

 

Di sala 2005ê de di hikûmeta Nûrî Malikî de bû şêwirmendê serokwezîr û wek serokê Komîteya Aborî û Hilberîn û Nûavakirinê li Parlamentoya Iraqê hat hilbijartin. Sala 2006ê bû endamê encûmena nûnerên destûrê li Iraqa Nû û sala 2010ê jî serokatiya Komîteya Darayî li Parlamentoya Iraqê wergirt.

 

Dr. Fazil Nebî balê dikişe ser zanebûna wî û dide xuyakirin: “Şarezatiyeke wî ya pir tam di aliyê darayî de hebû. Di jimêryariyê de pir hûrbîn e, hesabê filsekî bi te re dike, ev cudahiya Ebadî û kesên din e, kesên din hêsantir bûn di reftarê de, lê Ebadî hesabê filsekî bi te re dike.”

Xalib Şabender jî sedema hişkbûna Ebadî bi van gotinan tîne ziman:

“Bi tevê ku emdamê partiyekê bû lê di heman demê de, tam yasayî bû û tam pabend bû û bi hûrbînî bi destûr û yasa û zagonên wezaretê û dezgehên rêveberiyê re tevdigeriya.”

 

Ebadî çawa bû Serokwezîr?

 

Di dema desthilata serokwezîrê berê Nûrî Malikî de, pêkhateyên cuda yên Iraqê rastî hevrikiyên siyasî û arîşe û aloziyan hatin, bi taybetî piştî biryara ragirtina budceya Herêma Kurdistanê, Kurd bi her hawî li dijî mana Nûrî Malikî di desthilatê de derketin.

 

Dîsa di dema desthilata Malikî de û di Tebaxa 2014an de çekdarên DAIŞê êrişî çend navçeyên Iraqê kirin û dagir kirin, van û çend sedemên din kirin ku Malikî rastî rexneyên zêde bê ji aliyê xelkê û aliyên siyasî ve. Lewma di kabîneya sêyem a hikûmeta Iraqa nû de Heyder Ebadî ji aliyê Serokkomarê Iraqê Fûad Masûm ve hat erkdarkirin da bibe serokwezîr.

 

Parlamenterê Kurd ê xula borî ya Parlamentoya Iraqê Dr. Musena Emîn dibêje: “Êdî pêwîst bû piştî ku çend kes û karakterên karîzmatîk ên bihêz ên siyasî Iraq ber bi aloziyên zêdetir birin û nedikarîn aramiyê bi hev re çêbikin (Nucêfî û Malikî û Talebanî), xwestin piştî wan karakterên din bînin, ez nav lê dikim rêvebirina Iraqê bi lawazan, xwestin serokwezîrekî bînin ne ji karîzmaya siyasî, lê bêtir nêzîkî huneriyê be.”

 

Dr. Fazil Nebî dibêje: “Îngilîz û Amerîkayê Ebadî baş didîtin, ji ber sedemekê, çimku wiha difikirîn ku Ebadî ji Malikî û mirovên din zêdetir ji Îranê dûrtir e.

 

Lê Xalib Şabender diyar dike: “Gotineke qebe heye qaşo rola Brîtaniyan di derxistin û pêşvebirina wî de hebû. Eger ev rast jî be, bi nerîna min, ne di serdema zû ya Heyder Ebadî de, lê di serdemeke dereng a Heyder Ebadî de bû.”

 

Dr. Wasiq el Haşimî jî wiha şirove dike:

 

“Ji malbateke xwedî zanist û diyar bû li Bexdayê, ez bawer im bandora vê yekê hebû û xizmeta Heyder Ebadî kir dema ew post wergirt. Dema bû serokwezîr cuda bû li gor wê dema ku endamê Partiya De`weyê bû, ku wê çaxê kesayetiyeke nenaskirî bû. Yan tê gotin kesayetiyeke wî ya nediyar hebû, lê bêguman gava bû serokwezîr, gelek tişt ji rewşa siyasî ya Iraqê guherîn.”

 

Herçend Kurdan dengê baweriyê dane Heyder Ebadî lê wî heman siyaseta Nûrî Malîkî berdewam kir. Hatina wî aloziyên bi Kurdan re çareser nekir, berovajî birîna bûdceya Herêma Kurdistanê berdewam kir, ku li hember vê yekê Kurdan petrola Kerkûkê bêyî şêwisrîna li gel Bexdayê firotin.

 

Bi baweriya Musena Emîn çend sedemên cuda yên birîna bûdceya Kurdistanê hebûn û wan sedeman jî wiha rêz dike:

 

“Petrola Kerkûkê ket destê Kurdan, vê jî hîşt ku desthilatdarên Iraqê helwestên cidî ji desthilatdarên Herêma Kurdistanê werbigirin, şêweyek siyasî didan meşandin bi aliyê ku budceya Herêma Kurdistanê bê kêmkirin. Rêkeftinek kiribûn, ku min navê wê kiribû ‘tifaqa bêtifaqiyê’, tifaqa bêdengîkirina li hevdu, ev petrolê bibin, ya Kerkûkê jî têde, çi lê dikin bila bikin. Wî jî ji ber şerê DAIŞê nikarîbû were Kerkûkê bigire, ev jî li vir çawa yariyê bi wê samanê dikin bila bikin.”

 

Parlamentera berê ya Kurd Eşwaq Caf jî dibêje: “Ebadî endezyarê wan hemû plana ye ku Malikî li dijî miletê Kurdistanê cîbicî dikirin. Destê rastê yê Malikî bû, lewma gava bû serokê encûmena wezîran, min got hêj zû ye hûn biryarê li ser qenciya wî bidin, çimkî ew endezyarê wan planan bû.”

 

Ev pirsgirêk û pirsgirêka navçeyên Kurdistanî yên li derveyî Herêma Kurdistanê ji ber hebûna şerê DAIŞê ji aliyê herdu aliyan ve hate paşxistin.

 

Musena Emîn dide xuyakirin: “Ebadî ji wê jîngeha nesaxlem a piştî DAIŞê sûd wergirt. Diruşmên weke ‘Pêwist li hember gendeliyan biryara Iraqê ya zelal hebe, divê ev heykelê îdarî yê mezin yê hikûmetê bê rakirin, divê çaksazî bên kirin’ bilind dikirin. Kolan ji gendeliyê bi hers bûn, metirsiyeke mezin a terorê hebû. Lewma hîştin ku xelk bêje ‘xem nake bila serokwezîr destvekirî be’.

 

Kurd li hêviyê bûn ku Ebadiyekî ji Malîkî cudatir bibînin. Lê Eqwa Caf dibêje: “Got ez ê hikûmeteke teknokrat pêk bînim, nabe hizbîtî bê kirin, fermo binerin kê anî, hemû ser bi partiyan in, tenê planek bû ji bo têkbirina wezîrên Kurd.”

 

Musenna Emîn jî diyar dike, ku him çaksazî nekir û him jî hikûmeta Ebadî yek ji hikûmeta herî gendel a Iraqê bûye.

 

Lê Wasiq el Haşimî berevaniya Ebadî dike û dide xuyakirin: “Desthilata welatekî wergirt, ku wê demê yek li ser sêyê wî ji aliyê DAIŞê ve hatibû dagirkirin, budceyeke vala û pirsgirêkên wî bi çend welatan li navçeyê re hebûn, ligel guherînên stratejî û bangewaziyên ji bo parçekirina Iraqê ku nabe bên jibîrkirin. Ajendayeke Amerîkî hebû ji bo parçekirina Iraqê bo sê dewletên biçûk û ajendayên Tirkiye, Îran û Siûdiyê hebûn. Herwiha dema tu desthilata welatekî werdigirî ku artêşa wî şikestibe, pêwistiya te bi 10 heta 15 salan heye da tu welat jinûve ava bikî.”

 

Serdema desthilata Ebadî destkefteke mezin bû ji bo Iraqiyan. Gava karîn wan xakên li jêr desthilata DAIŞê vegerînin ji bo Iraqiyan û temamiya xaka Iraqê rizgar bikin.

 

Dr. Wasiq el Haşimî: di wê baweriyê de ye, ku ji bo Ebadî careke din bibe serokwezîr “ferşa sor” bo hatiye raxistin.

 

Ew dibêje: “Ebadî di sê dozên pir girîng de biserket, ku rê jê re xweş kirin da gera bê ya hilbijartinê bi gul û mafûrên sor bê xemilandin, ew jî ji van pêk dihatin: Doza nehîştina terorê û serketina bi ser DAIŞê de, doza pêwendiyên derve û doza parastina yekrêziya Iraqê.”

 

Lê Xalib Şabender jî di wê baweriyê de ye, ku hemû serkeftin nabin malê Ebadî. Lewma jî wiha diaxive:

 

“Serkeftinên ku bi ser terorê de hatin bidestxistin, ev ne serketinên Ebadî ne. Lê serketina wê çax û rewşê bû di serdema Ebadî de. Cudahî di navbera van herdu gotinan de heye. Eger tu bêjî Ebadî encam dan, ez ê bêjim na. Rast e bandora wî hebû, Xwedê xêra wî binivîse, çimkî bîr û baweriya aliyê beramber qebûl dike û pir hizr dikir, lê dînemoya plan û stratejî û kargêrî û… hwd, pêk dihat ji hevkariya navbera fermandarên Artêşa Iraqê, ku fermandarên profesyonel in, herwiha di navbera hêzên Amerîkayê de, ku li Iraqê ne.”

 

Serhildana pirsgirêk û aloziyan

 

Piştî şerê DAIŞê careke din pirsgirêk û nakokiyên Hewlêr û Bexdayê derketin holê, mijara petrolê û navçeyên Kurdistanî yên li derveyî herêmê hênceta hikûmeta navendî bûn da meseleya budceyê hilawistî bimîne.

 

Heyder Ebadî wê demê got: “Biryara me ji bo hemû navçeyên cihê nakokiyê ew e, min ferman derxistiye ji bo bilindkirina ala Iraqê li temamiya navçeyan û çûna hêzên federal ji bo wan navçeyan. Tedbîr jî dê berdewam bin.”

 

Ebadî soza xwe anî cih û di 16ê Cotmehê de bi hêza dare zorê vegeriya Kerkûkê û naçvyên din ên Kurdistanî. Iraqiyan ev yek weke “serkeftin” binav kirin lê Kurdan gotin “darikerî” ye.

 

Xalib Şabender dibêje: “Bi dîtineke Erebî bi wan baş e. Wek ew bi xwe behs dikin, zêdegaviya Kurdan ragirtin. Lê bi dîtineke Kurdî jî destdirêjî ye li ser mafên Kurdan û jêstandin û hîlekirin e li hember destkeftiyên Kurdan. Bi nerîna min helwesteke pir neyînî li hember siyasetvanên Kurd heye, lewma bi rastî curek ji dilgiranî û herwiha curek ji serhişkiyê jî di navbera herdu aliyan de hebû. Min berê jî gotiye, eger bihata û Ebadî û Mesûd Barzanî di nav xwe de li ser rêvebirina Iraqê li hev bikirana, wê Iraq bikirana hêzeke pir mezin a herêmî li navçeyê.”

 

Ebadî lîstokeke pir kirêt kir dema got, ku di serdema desthilata xwe de rûbirûyê du gefên mezin bûye. Bi gotina wî yek ji wan gefan DAIŞê û ya din jî ya Kurdan bû, ku herdukan jî dixwestin Iraqê perçe bikin lê ew li hember wan “serkeftî” bûne.

 

Dr. Musena Emîn: dide xuyakirin: “Jîngeheke cihêreng li Iraqê hebû ku zeîfkirina Kurdan wek serketina bi ser DAIŞê de didîtin. Pir bi bêyî şermî, gelek caran serokwezîr jî ev herdu tişt bi hev ve dikirin û digot serketina bi ser DAIŞê de û cîbicîkirina destûrê bi ser hemû Iraqê de û parastina yekîtiya axa Iraqê, ku ev dixist tenişta DAIŞê provokasyoneke pir kirêt bû ji bo Kurdan.”

 

Referandûma serxwebûna Kurdistanê

 

Piştî ezûmenek dûr û dirêj a Kurdan ligel hikûmetên Iraqê û di dawî de jî ligel hikûmeta nû ya Iraqa Federal, serkirdatiya Kurd gihîşt wê yekê ku biryara encamdana giştpirsiyê ji bo serxwebûna Kurdistanê bide.

 

Wê demê Ebadî ragihand “ev biryar dest dirêjî yekîtiya Iraqê û ewlekariya wê dike” û diyar kir, ku bandora wê li ser hemû aliyan bibe û li ser ewlekariya navçeyê jî dê bibe. Herwiha got: “Ev biryareke berovajî destûr û bihevre jiyanê ye.”

 

Piştî encamdana giştpirsiyê di 25ê Îlona 2017an de, desthilatdarên Iraqê bi serokatiya Ebadî dest bi gefkirin û gurrkirina şer li dijî Kurdan kirin.

 

Bi nêrîna Musena Emîn eger Kurdan sînorên xwe bigirtana û bigotana “xilas êdî em bûne dewleteke serbixwe û ji Iraqê cuda bûn”, wê demê eger Iraqê kampîneke leşkerî bikira dihate fêm kirin. Emîn dibêje: “Lê mixabin tiştê ku kir berovajî yasa û destûra Iraqê bû.”

 

Wasiq el Haşimî di vê derbarê de nêrîna xwe wiha bilêv dike:

 

“Tew destnîşankirina demê jî xelet bû, pêwendiyên berfireh ku birayên Kurd ligel cîhana derve dirust kiribûn, ji ber vê giştpirsiyê hemû beravêtî bûn.”

 

Lê Eşwaq Caf berovajiyê wê dibêje: “Tişta ku li Kerkûkê çêbû ne ji ber referandûmê bû. Ez du geran li parlamentoyê bûm, di destpêka gera duyem de, eşkere ji me re digotin piştî DAIŞê nobeta we ye, em ê we bişînin ser çiyan.”

 

Dr. Fazil Nebî jî li hember helwesta Ebadî ya li hember Kurdan matmayîna xwe bi van gotinan tîne ziman:

 

“Di dema şerê DAIŞê de, di hemû civînên encûmena wezîran de, Ebadî 15 heta 20 deqeyan pesinê Pêşmergeyan dida û behsa qehremaniya Pêşmergeyan dikir, lê çi bû wiha li Ebadî kir piştî encamdana referandûmê bi vî rengî tevbigere?!”

 

Baweriya Dr. Musena Emîn, eger ew berhevbûna Îran û Tirkiyê nebûya ku li Herêma Kurdistanê hat kirin, Ebadî nediwêriya êrişî Kurdistanê bike.

 

Ebadî careke din dê bibe serokwezîr?

 

Heyder Ebadî di gotareke xwe de dibêje: “Em dixwazin xizmeta hemû hevwelatiyan bikin. Em dixwazin piştevaniya hevwelatiyên Kurd bikin wek çawa em piştgiriya hevwelatiyên Ereb dikin.”

 

Lê gelo ma careke din Kurd piştgiriyê bidin Ebadî? Gelo eger piştgiriya Kurdan nebe dê Ebadî bikare careke din bibe serokwezîr?

 

Dr. Selame dibêje: “Nexşeya hevpeymaniyan dê diyar bike, ka kî bibe serokwezîrê qonaxa bê, nayê zanîn Ebadî dibe yan na.”

 

Xalib Şabender jî dide xuyakirin: “Bi baweriya min wek bingeheke giştî li Rojhilata Navîn û dibe heta radeyekê li cîhanê jî, zehmet e serokwezîrek hebe û gera wî ya duyem dubare nebûbe. Êdî Amerîka be yan Fransa û Brîtanya ku ev xwedî demokrasiyeke kevin û resen in, tew li Misrê û navçeyên din jî lewma bi baweriya min ew post her di destê wî de dimîne di qonaxa bê de.”