Wezîrê Petrolê yê Iraqê vegeriya

 

Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Petrolê yê Iraqê Adil Ebdilmehdî piştî 3 rojan li peytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê çend hevdîtin pêkanî, vê êvarê vegeriya Bexdayê.

 

Adil Ebdilmehdî 13 Gulanê li ser daxwaza Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ji ber sedema krîza petrolê hatibû Hewlêrê.

 

Li gorî agahiyan Rûdawê bidest xistin di civîna yekemîn de ya di navbera Ebdilmehdî û rayêdarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ti pêşketin çênebû lê ya duyem erênî hinek derbas bû.

 

Bexdayê 6 Gulanê ragihandibû ewê ji bo Herêma Kurdistanê  543 milyar dînarê Iraqê (nêzîkî 450 milyon dolar) bişîne.

 

Lê Hewlêrê eşkere kiribû Bexdayê 488 milyar dînarê Iraqê (nêzîkî 375 milyon dolar) şandiye û nerazîbûna xwe dabû nîşandan.

 

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî beriya niha anibû ziman, rêkeftina Hewlêr û Bexdayê li gorî budçeya 2015ê hatiye kirin û, li gorî 550 bermîl petrola Hewlêrê şandî, divê Hikûmeta Bexdayê bo Herêma Kurdistanê trilyonek û 800 hezar milyar dînar bişîne.

 

Barzanî  di civîna parlamenter û wezîrên kurd di parlamento û hikûmeta Iraqê de gotibû, eger Bexda rêkeftinê bicîh neke wê çaxê ewê rêyên din bidin pêşiya xwe. 

 

Hikûmeta Bexdayê 6ê Gulanê jî bo Herêma Kurdistanê 450 milyon dolar şandibû.

 

Berdevkê Wezîrê Aboriyê yê Herêma Kurdistanê Ehmed Ebdurrahman anibû ziman, Herêma Kurdistanê meha Nîsan ji bo Ajansa Petrola Iraqê zêde petrol hinarde kirine, ji ber vê yekê jî wan ji Bexdayê zêdetir pere hêvî dikirin.

 

Hikûmeta Bexdayê ji bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê meha Çileyê 250 milyar dînar, meha Sibatê 490 milyar dolar û 9ê Nîsanê jî 527 milyar dînar şandibû.

 

Li gorî daneyên Rûdawê ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê wergertin, meha borî 16 milyon û 300 hezar bermîl petrola Kurdistanê bi ser Ajansa Petrolê ya Iraqê (SOMO) bo bendera Ceyhan a Tirkiyeyê hat hinardekirin. Lê Iraq dibêje wan 15 milyon û 300 hezar bermîl wergirtine.

 

Hatibû ragihandin ku Hikûmeta Iraqê petrola Herêma Kurdistanê ya ji Kerkûkê şandî nekariye hesab bike.

 

Nêçîrvan Barzanî 13ê Gulanê tekez kiribû divê Bexda pişka bûdceya Kurdistanê bide û rêkeftina bi Hewlêrê re bicîh bîne, lê eger Bexda vê yekê neke wê çaxê Kurdistan dê çareyek din ji xwe re bibîne.

 

Li ser vê yekê Heyder Ebadî, ji bo hin hevdîtina Wezîrê Petrolê yê Iraqê Adil Ebdilmehdî şandibû Hewlêrê.