Elawî: Ew bûyer bo perçekirina Iraqê ye

15-05-2015
RÛDAW
Nîşan Elawî Ehzemiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Serokomarê Iraqê, Fûad Mehsûm daxwaz dike kesên êrişî avahiya Weqfa Sunnî li taxa Ehzemiye ya bajarê Bexdayê kirine, bên cezakirin. Herwiha cigirê wî, Eyad Elawî tekez kirk u bûyerên Ehzemiye bo perçekirina Iraqê ye.

Şevtira din, avahiya fermangeha veberhênanê ya Weqfa Sunnî ji aliyê şîeyan ve hat şewitandin. Aliyên siyasî û hikûmî nerazîbûna xwe derbarê wê yekê nîşan dan.

Li gor daxuyaniyeke Serokomariya Iraqê, Fûad Mehsûn ragihand: “Kesên êriş kirine û agir berdane çend malên li wê taxê, dixwazin aloziyê di navbera mezheb û pêkhateyan de derxînin.”

Serokomarê Iraqê herwiha piştgiriya xwe ji hêzên ewlekariyê re anî ziman ji bo rûbirûyê êrişkaran bibin.

Di daxuyaniya xwe de, Fûad Mehsûm bal kişand ku girêdana kongreyeke berfereh ya aştevaniya niştimanî bi beşdariya hemû aliyên Iraqê, karekî pêwîst û girîng e.

Ji aliyê xwe ve,Cîgirê Serokomarê Iraqê, Eyad Elawî ragihand: “Bûyera Ehzemiye bo dirustkirina tevliheviyê û perçekirina Iraqê bûye. Divê Hikûmeta Iraqê bilez lêkolînê li wê bûyerê bike û tohmetbaran bişne dadgehê.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst