Balyozê Brîtanyayê: Iraq aram nabe heya ku hêzên çekdar li derveyî kontrola dewletê hebin

Hewlêr (Rûdaw) - Balyozê Brîtanyayê yê li Iraqê, Stephen Hickey êrişa li ser Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê bi tundî şermezar kir û ragihand, “Heya hêzên çekdar li derveyî kontrola dewletê kar bikin, Iraq aramî û pêşkeftinê bi xwe ve nabîne.”

Stephen Hickey li ser hesabê xwe yê twitterê têkildarî êrişa şeva bihorî ya li Hewlêrê peyamek bi zimanê Kurdî belav kir. Hickey dibêje: “Ez bi tundî êrişên duh dikim. Ev êriş tenê zirarê û dilgiraniyê belav dikin li Iraqê. Heya hêzên çekdar li derveyî kontrola dewletê kar bikin, Iraq aramî û pêşkeftinê bi xwe ve nabîne.”

Balyozê Brîtanyayê yê li Iraqê diyar jî dike: “Brîtanya piştevaniya hêzên ewlehiyê dike jibo nehiştina van êrişan û piştrastbûna ji cezakirina bikeran.”

Derdora demjimêr 09:50 şeva 14ê Nîsanê êrişek li dijî Fiorkexaneya Navdewletî ya Hewlêrê hat encamdan.

Hevpeymaniya Navdewletî her şev ragihand, ku êrişa li ser Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê bi rêya firokeya bêpîlot (dron) hatiye encamdan.

Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî, Wayne Marotto derbarê êrişê de ji Rûdawê re ragihan, “êriş bi dronê hatiye kirin û ji ber êrişê agir li depoyekê ketiye.”

Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî da xuyakirin, “piştî lêkolînên dezgehên pêwendîdar derket holê ku êrîş bi rêya droneke TNTkirî hatiye encamdan û arasteyî bingeha hêzên Hevpeymanan a li nav firokexaneyê hatiye kirin.”

Herwiha li gor daxuyaniya Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê, jibo diyarkirina çavkanî û cihê hatina dornê lêkolîn berdewam in.

Serokê Herêma Kurdistanê ev êriş weke êrişeke terorîstî bi nav kir û ragihand: “Dubarebûna van êrîşan bo çend caran, pêwîstî bi helwêsteke cidî heye û divê Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî hemahengî û alîkariya di navbera xwe de zêdetir bikin ji bo rûbirûbûna wan grûpên ku li pişt van êrişan e û sînorekî yekcarî ji wan re bê danîn, da ku careke din aramî û asayişa welat nexin metirsiyê û rewşê aloztir nekin.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî têkildarî êrişa şeva bihorî peyamek belav kir û tevî bi tundî şermezarkirina wê “êrişa terorîstî” ragihand: “Her grûpeke çekdar ku di çarçoveya hêzên ewlekariyê yên fermî yên Iraqê de nebe, divê yekser ji sînorê Herêma Kurdistanê vekişin.”

Mesrûr Barzanî herwiha diyar kir: “Di rojên bê de, ez dê li gel hevbeşên me li Iraq û Civaka Navdewletî li ser rêkarên cîbicîkirina vê gavê gotûbêjan bikin.”