Deriyê xweberbijêrkirinê ji bo Parêzgariya Neynewa tê vekirin

Duhok (Rûdaw) – Encûmena Parêzgeha Neynewayê heta neh rojan deriyê xweberbijêrkirinê ji bo posta Parêzgariya Neynewayê vedike. Serokê Encûmenê jî pêşbînî dike ku nêzîkî 70 kes xwe berbijêr bikin ji bo wê postê. Serokê Fraksiyona Birayetî yê li Encûmena Parêzgeha Neynewayê diyar dike ku bi merc piştgiriya kesê ku dibe parêzgar dikin.

 

Roja 21ê Adarê li girava Um Rebîeyn belemeke geştyariyê kete bin avê û di encama bûyerê de zêdetirî 100 kes xeniqîn. Piştî wê bûyerê, bi biryara Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî çend berpirsên payebilind ên îdareya parêzgeha Neynewayê ji karên xwe hatin dûrxistin, di nav wan de jî Parêzgarê Neynewayê Newfel Agup û herdu cîgirên wî hebûn.

 

Roja 24ê Adara 2019an Parlementoya Iraqê bi piraniya dengan Parêzgarê Neynewayê ji kar dûr xist, du hefte li ber wan hebûn ku li biryarê îtiraz bikin, piştî temambûna wan du hefteyan, Encûmena Parêzgeha Neynewayê deriyê xweberbijêrkirinê ji bo parêzgariyê vedike.

 

Serokê Encûmena Parêzgeha Neynewayê Seydo Çeto ji Rûdawê re ragihand: “Îro duşemê (15-04-2019) Encûmena Parêzgeha Neynewayê heta neh rojan deriyê xweberbijêrkirinê ji bo posta Parêzgariya Neynewayê vedike.”

 

Derbarê mercê xweberbijêrkirinê de jî Seydo Çeto diyar kir: “Divê ew kes xelkê parêzgeha Neynewayê be, 10 sal xizmeta wî ya îdarî hebe, herî kêm mezûnê zanîngehê be û li ser ti tawaneke mezin nehatibe cezakirin.”

 

Roja 10ê Hezîrana 2014an çekdarên DAIŞê êrişî bajarê Mûsilê kirin û ew der dagîr kirin. Wê demê Esîl Nuceyfî Parêzgarê Neynewa bû. Sala 2016an Parlementoya Iraqê li ser dosyeya ketina Mûsilê, Esîl Nuceyfî ji kar dûr xist û Newfel Hemadî Agûb ku Erebekî sunî yê wî bajarî, li şûna Nuceyfî hat danîn.

 

Serokê Fraksiyona Birayetî û Pêkvejiyan ê li Encûmena Parêzgeha Neynewayê Berekat Şemo ji Rûdawê re ragihand: “Ji 39 endamên encûmenê 9 endam ji PDKê û 3 jî ji YNKê ne, li gel du kotayên Mesîhî û Êzidî, lewma ji destpêka çêbûna îdareya lokalî li Neynewayê, roleke baş a Kurdan hebû, vê carê jî em dê piştgiriya kesekî wisa bikin ku ji Kurdan re baş be.”

 

Li ser rêkeftina Fraksiyona Birayetî li gel fraksiyonên din ji bo biserxistina berbijêrek, Berekat Şemo dibêje: “Berê rêkeftina me li gel Fraksiyona Nehze hebû ji bo danîna parêzgarek, lê vê carê dibe ku em rêkeftineke din bikin. Em berbijêr destnîşan nakin, lê rêkeftina ku em dê li gel aliyekî bikin, dê bi nivîskî be, ku divê ew jî piştgiriya me bikin.”