Wezîrê Îraqî: Danûstandinên derbarê vekişîna hêzên biyanî dest pê kir

Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Kar û Karûbarên Civakî yê Îraqê Ehmed el-Esedî ragihand ku ji bo vekişîna hêzên biyanî ya ji Îraqê, hevdîtinan dest pê kir.

Wezîrê Kar û Karûbarên Civakî Ehmed el-Esedî têkildarî hevdîtinên ji bo vekişandina hêzên biyanî yên li Îraqê daxuyaî da.

Ehmed el-Esedî diyar kir ku ji bo vekişîna hêzên biyanî ji Îraqê, li parlamentoyê biryar hatiye dayîn û got:

“Piştî biryarê, hevdîtinên bi Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî dest pê kirin. Hêzên çekdar ên Îraqê dikarin welat û serweriya gel biparêzin.”

Esedî diyar kir ku ji bo bingeha bicihkirina biryarê, du komîteyên berpirsyar dem diyar dikin.

Bi gotina Esedî, di navbera Îraq û Amerîkayê de, têkiliyên dîplomatîk û peymaneke stratejî heye lê Amerîkayê prensîbên bingehîn ên têkiliyên navneteweyî bin pê kirine.

Li gorî Esedî, kuştina Qasim Silêmanî û Ebû Mehdî El-Muhendis “darbeyeke li dijî peyman û yasayan bû. Tewaneke giran a ku bandorê li têkiliyên Amerîka û Îraqê bike bû.”

Li Herêma Kurdistanê û Îraqê 2 hezar û 500 leşker û li Rojavayê Kurdistanê jî 900 leşkerên Amarîkayê hene.

Li gorî medyaya Amerîkayê, Ji Çiriya Pêşîna 2023yan ve hejmara leşkerên Amerîkayê yên li Rojhilata Navîn derket 45 hezar û 400î.

Ji van leşkeran 13 hezar û 500 li Kuweytê, 9 hezar li Behreynê û 8 hezar jî li Qeterê ne.

Sudanî vekişîna hêzên biyanî xwestibû

Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî, li Bexdayê di merasîma salvegera çaremîn a kuştina Qasim Silemanî û alîkarê berê yê serokê Heşdî Şebiyê Ebû Mehdî Muhendîs de axivîbû.

Sûdanî diyar kiribû ku kuştina Qasim Silêmanî û Mehdî Muhendîs derbeyek li hemû peymanên Îraq û Amerîkayê daye û gotibû:

“Ji bo parastina serweriya Îraqê em dê her tiştî bikin. Ji bo hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî li Îraqê bimînin ti sedem nemaye.

Helwesta me ya ji bo derketina van hêzan neguheriye û em vê helwesta xwe dubare dikin.”