DAIŞê êrişî artêşa Îraqê kir: 3 leşker hatin kuştin

15-01-2024
RÛDAW
Nîşan Artêşa Îraqê DAIŞ
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - DAIŞê li sînorê di navbera parêzgehên Selahedîn û Enbarê de êrişî leşkerên artêşa Îraqê kir û di encamê de 3 leşker hatin kuştin.

Êriş derengiya şeva borî hatiye kirin ku berpirsekî pilebilind ji Rûdawê re ragihand, êriş li ser sînorê navçeyên Bêcî û Hedîsêyê ku dikeve navbera parêzgehên Selahedîn û Enbarê de pêk hat.

Nasnameyên leşkerên ku hatine kuştin Ehmed Feyaz, Ehmed Muhsîn û Ziya Huseyn in.

Roja sêşemê çavkaniyekî ji polîsên Xurmatûyê ji Rûdawê re ragihand:

“Çekdarên DAIŞê roja duşemê saet 15:30ê li nêzîkî gundê Xeşamnayê yê Tirkmen û Ereban a navçeya Xurmatûyê 2 şivan revandin.”

Şêwirmendê asayîşa parêzgeha Selahedînê Kawa Şêxanî jî ji Rûdawê re ragihand:

“Çend roj in tevgera DAIŞê li Zerge, Fethe û Geliyê Şayê zêde bûye û doh êvarê 4 çekdarên bi motorsîklet 2 şivanên Ereb revandin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst