Serhildan li Iraqê ji ber kirîza NAN!

15-01-2016
RÛDAW
Nîşan Iraq Serhildan Kirîza nan
A+ A-

Bexda (Rûdaw) – Palramenterê Fraksyona Dewleta Qanûnê ya bi serokatiya Serokwezîrê berê Nûrî Malikî, Zeyneb Arif Besrî derbarê serhildana (şoreşa) birçîiyê li Iraqê hişarî da.

 

Parlamenterê Iraqê Zeyneb Arif Besrî yê ser bi Fraksyona Dewleta Qanûnê ku Serokwezîrê berê yê Iraqê serokatiya wê fraksyonê dike, îro înê derbarê rewşa xirab a aborî ya Iraqê û debara xirab a welatiyan de daxuyaniyek belav kir.

 

Zeyneb Arif Besrî derbarê çêbûna şoreşa birçîtiyê li Iraqê de hişariyek tund da rayedarên Bexdayê û daxwaz kir, ku mekanîzmek bo çareserkirina kêmiya nan li Iraqê were danîn.

 

Di daxuyaniyê de tê gotin: “Nanpêj gefa girtina nanxaneyên xwe yan zêdekirina nirxê nan dikin, ew yek jî ji ber buhabûna nirxê ard di bazaran de ye.”

 

Arif Besrî dibêje: “Nan xeta sor a welatiyan e, ji ber ku zêdetirî nîvê gelê Iraqê di asta xêza hejariyê (xizaniyê) de ne.”

 

Besrî destnîşan dike, kêmbûn û destneketina nan û bilindbûna nirxê ard û nan li Iraqê pirûşkên yekemê agirê çêbûna şoreşa birçîtiyê li dijî Hikûmeta Iraqê ne, ew jî ji ber ew jiyana dijwar ku welatiyên Iraqê têde dijîn.

 

Wî parlamenterê Iraqê herwiha daxwaz ji hikûmetê dike, ku mekanîzmekê guncaw bo çareserkirina vê arîşeyê û dabeşkirina ard bi ser nanxaneyan de dane.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst