Budceya Iraqê bêy Kurdan hat pesendkirin



Hewlê (Rûdaw)- 
Wezîrê Tendirustî yê Iraqê Mecîd Heme Emîn ragihand ku Encûmena Wezîrên Iraqê projeyasaya budceya federalî ya sala 2014an a Iraqê bêy razîbûna Kurdan pesend kir.

Mecîd Heme Emîn ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got “Encûmena Wezîrên Iraqê di civîna xwe ya îro de projeyasaya budceya federalî ya sala 2014an a Iraqê bêy razîbûna Kurdan pesend kir”.

Heme Emîn diyar kir ku di reşnivîsa projeyasaya budceyê de bendek heye ku dibêje “Divê Herêma Kurdistanê dahatê petrola xwe radestê Bexdayê bike û petrola xwe jî di rêya kompaniya SOMO ya iraqî re bişîne derve, eger vê yekê neke dê dahatê wê petrolê ji para Herêma Kurdistanê di budceya federalî de bê qutkirin”.

Wezîrê Tendirustî yê Iraqê aşkere kir ku ew û Wezîrê Koç û Koçberan, Wezîrê Bazirganî û Cîgirê Serokwezîrê Iraqê bo karûbarên aborî ku Kurd in, deng ji bo pesendkirina projeyasaya budceya sala 2014an a Iraqê nedan.

Serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî duh ligel serokên frakisyonên nav Parlamentoya Iraqê civiya û got “Bersiva Herêma Kurdistanê derbarê şandina petrolê de gihiştiye me û em qebûl nakin”.