Cozef Silêwe: Çekdarên Heşda Şeibî destdirêjiya seksî dikin ser jinên Mesîhî

Hewlêr (Rûdaw)  - Serokê Fraksiyona Werka ya li Parlementoya Iraqê Cozef Silêwe ku serokê frakisyoneke Mesîhî ye dibêje, ku çekdarên Heşda Şeibî destdirêjiya seksî dikin ser jin û keçên Mesîhî yên li Deşta Neynewayê. Serkirdeyekî Heşda Şeibî jî diyar dike, ku divê ji bo vê tometê belge hebin.

 

Cozef Silêwe ji Rûdawê re ragihand, ku hin çekdarên ji Lîwaya 30 ya Heşda Şeibî, li Deşta Neynewayê bi ser jinên Mesîhî destdirêjiya seksî kirine.

 

Serokê Fraksiyon Werka Cozef Silêwe destnîşan kir, ku gelek bûyerên destdirêjiya seksî li Qereqûş, Bertile û deverên din ên Mesîhiyan qewimîne. Lê xelk ji aboriya xwe ditirsin û bi awayekî aşkere behsa vê yekê nakin, lê heta niha bi awayekî fermî sê bûyer hatine tomarkirin.

 

Silêwe diyar kir: “Xelk di tirs û diltengiyê de dijîn, ew kes bi wê cureyê reftar dikin ku ji DAIŞê jî xirabtir in.”

 

Cozef Silêwe daxwaz dike ku demildest hêzên Heşda Şeibî ji wan deveran vekişin û rêveberiya wan deveran bikeve bin kontrola xelkê wê derê.

 

Endamê Parlementoya Iraqê û Berpirsê Lîwaya 30 ya HeşdaŞeibî Henîn Qedo ji Rûdawê re ragihand, ku  "ew îdia ne rast e" û diyar kir, ku ji bo selimandina vê îdiayê ti belge tine ye.

 

Henîn Qedo da zanîn: “Wisa xuya ye hin kesên xirabkar li nav rêzên me karên bi vê şêweyê pêk tînin, lê ev bi ti awayî li ser hesaba lîwayên me nayê jimartin û ji karê me dûr e.” Herwiha diyar kir, ku li ser wan tometan, di derbarê Cozef Silêwe de, dê doz vekin.

 

Herwiha Kerîm Nûrî jî, ku serkirdeyekî ji Heşda Şeibî û rêxistina Bedirê ye, li ser îdiayên destdirêya seksî ya li dijî jinên Mesîhî, daxwaza belgeyan dike.

 

Beşek ji niştehên Neynewa Mesîjhî ne û li navçeyên Bertile, Hemdanî û li deverên din niştecih in, lê piştî hatina DAIŞê aware bûn û berê xwe dan Kurdistanê. Tevî kontrolkirina  deverên wan, gelek ji wan hêj venegeriyane cih û warê xwe.

 

(Î.A)