Welatiya Rûsya û Îsraîlê hatibû revandin: Vîdeoya wê hat belavkirin

14-11-2023
Kamîz Şeddadî
Kamîz Şeddadî
Welatiya Rûsya û Îsraîlê Elizaveta Tsurkova / Wêne: El Rabîa
Welatiya Rûsya û Îsraîlê Elizaveta Tsurkova / Wêne: El Rabîa
Nîşan Elizaveta Tsurkova Îraq Rûsya Îsraîl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Vîdeoya Welatiya Rûsya û Îsraîlê ku çend meh berê hatibû revandin, di televîzyona El-Rabîayê ya Îraqê de hat nîşandan.

Welatiya Rûs-Îsraîlî Elizaveta Tsurkova çend meh berê li Îraqê hatibû revandin.

Elizaveta Tsurkova di vîdeoya li ser ekranên kanala El Rabîayê hatiye belavkirin de bi Îbranî diaxive.

Tsurkovayê got ku ew wekî ajaneke CIA û Mossadê di sala 2019an de çûye Sûriyeyê da ku “pêwendiyan di navbera Îsraîl û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de ava bike.”

Piştî vê yekê, Tsurkova idia dike wê li Îraqê ji bo asayîkirina pêwendiyên bi mixalefeta lîberal a Îraqê re dest bi xebatê kiriye.

Tsurkova, herî dawî peywira xwe ya sereke wekî “teşwîqkirina dijminatiyê di navbera Şîeyên Îraqê de” destnîşan dike.

“Netanyahu ji aliyê hevjîna xwe ve tê birêvebirin”

Elizaveta Tsurkova herwiha kiryarên leşkerî yên Îsraîlê yên li Xezeyê rexne dike û amaje bi wê yekê dike ku Netanyahu ji aliyê hevjîna wî Sarah û kurê xwe Yair ve tê birêvebirin.

Tsurkova herwiha bang li malbatên rehîneyên di destê Hemasê de dike ku Hikûmeta Îsraîlê razî bikin ku şer rawestîne.

Ew herwiha bang li malbata xwe dike ku daxwaza azadkirina wê bikin.

“Ji aliyê Kataib Hizbulahê ve hatiye revandin”

Di destpêka Tîrmehê de, Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu gotibû ku Tsurkova li Îraqê ji aliyê milîsên Şîe “Kataib Hizbulah” ve wekî rehîne hatiye revandin.

Balyozê Rûsyayê yê Îraqê Elbrus Kutrashev eşkere kir ku wan ti daxwazek derbarê revandina wê jinê de wernegirtiye.

Rayedarên Îraqî jî da zanîn ku ew derbarê mijarê de lêkolînê dikin.

Şêwirmendê Medyayî yê Serokwezîrê Îraqê Hîşam El Rikabî ji medyaya Rûsyayê re ragihand ku hêzên ewlehiya Îraqê hewl didin cihê Tsurkovayê bizanin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst